Nivîskara femînîst a bi eslê xwe ji Meksîkayê, Francesca Gargallo ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 93 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, peyama destekdayinê şand.
Gargallo di peyama xwe de got, ‘’Leyla, jiyana te ji bo femînîstan girîng e. Çimkî tu bi bîra me dixî, li gel redkirina êşkence, tecrîda li girtîgehê û mafê jiyanê ya bi aştî, her wiha ji bo ku em li dijî zilamserweriyê derkevin, divê em bedana xwe bidin ber mirinê. Ji bo azadiya girtiyekî ku ji mirovan re bûye hêvî, bi greva birçîbûnê te jiyana xwe daye ber rîskê, ev çalakiyeke mezin a wêrekiyê ye.’’
NAVENDA NÛÇEYAN