Hikûmet û dewleta Tirk ji her hêlan ve xitimî ye. Ji ber polîtîkayên hikûmetê, pergala dewletê belav bûye. Her saziyên dewletê gorî helwest û daxwaziya Serokomarê Tirk R.T.Erdogan biryaran didin û helwestê nîşan didin. Darazî, parlamento û hikûmet tenê li devê Erdogan mêze dikin û qanûna bingehîn û yasayên din gorî berjewendiyên wî, binpê dikin. Her bûrokratên dewletê, wek xulamekî bê kesayetî, di bin siya Erdogan de nifir û heqaretê li xelkê û li nûnerên mûxalefetê dikin.
Partiya desthilatdar AKP, pêvajoya hilbijartinê bi zimanekî tirsandinê bi rê ve dibe. Li şûna projeyekî siyasî û aborî yê demokratîk pêşkêş bike, bi zimanekî heqaretî polîtîkayên tirsandinê bi rê ve dibe. Di hedefa van polîtîkayên qilêr de jî partiya Kurdan û demokratan HDP heye...
Wer xuya ye; ku eger di hilbijartina 7’ê hezîranê de HDP bendava hilbijartinê ya ji sedî 10’ê derbas bike jî, neke jî, aloziya di rêveberiya dewleta Tirk de wê heta demekê berdewam bike. Tiştekî ku polîtîka û feraseta AKP’ê bide xelkê êdî nemaye û tu hêz û daxwaziya partiyên din ên opozîsyonê (CHP û MHP) jî ji xwe tune ye. Derdê AKP’ê bi berdewamiya desthilatdariyê ve rizgarkirina Erdogan û nûnerên hikûmetê yên ku bi dizîtiyê û binpêkirina Qanûna Bingehîn sûcdar in e. Derdê CHP û MHP’ê jî parastina rejîma hêyî ya ku sedemê pirsgirêkên civakî giştan e.
Loma, partiya ku di siyaseta Tirkiyê de nûbûnekê pêk bîne, tenê HDP bi xwe ye. Di parlamentoyê de HDP’yeke bi hêztir, wê ji çareserkirina pirsgirêkên siyasî re pêşengiyê bike. Ev hêvî bilind dibe û elaqeya xelkê ya ji HDP’ê re jî ji ber vê yekê ye...
Ev elaqeya li ser HDP’ê, hikûmeta Tirk û Serokomar Erdogan xistiye bin bandora tirseke pirr mezin. Eger HDP bendava hilbijartinê derbas bike û bi komeke mezin di parlamentoyê şûn bigire, mimkûne cardin hikûmetbûna AKP’ê bê astengkirin û xeyalên Erdogan ên ‘sultantiyê’ bên têk birin. Hikûmet û Erdogan li hember elaqedîtina HDP’ê û helandina piştgiriya xelkê ya ji AKP’ê re, çareyê tenê di polîtîkayên tirsandin û heqaretê de dibînin. Arteşa Tirk li qadên gerîla di nava provokasyonê de ye, heta niha 57 navend û bûroyên HDP’ê hatin şewitandin û ji ber van êrîşan ti kes nehatin cezakirin...
Namzedê AKP’ê yê Sêrtê Yasîn Aktay jî bi gotinên wek, “Şerm e ku ji xelkê vê herêmê re bibêjin Kurd!..” heqaretê li Kurdan dike. Serokwezîr Ahmet Davutoglu û alîkarê wî Yalçın Akdogan jî nifir û heqaretan li siyasetmedarên Kurd dikin. Erodgan mîna Mûaviye îbn Ebû Sufyan, di mîtîngan de Quranê radike û wekî ku serokê AKP’ê ye, HDP’ê wek partiyekî li dijî dînê îlan dike. Ji xwe gorî wî, li Tirkiyê pirsgirêka Kurdî jî tune ye...
Erdogan û AKP’ê, mîna ku pisîkeke ji ber di koşeyekê de hatiye asekirin, êrîş dibe derdora xwe, xelasiyê di êrîşbirina li ser derdora xwe de digerin. Li hinda bêçaretiya di hundir de, bi qralê Erebîstana Siûdî Salman bîn Abdulazîz û Qatarê re hewldidin ku Sûriyê dagir bikin. Bi vê yekê, difikirin; ku belkî li wir darbeyekê li destketiyên Kurdan bixin û li hemberî xitimandina xwe ya siyasî bêhnekê bistînin. Li analîzker dibêjin, eger Tirkiye gaveke wer bavêje, Sûriye wê bibe Wiyetnam a Tirkiyê!..
Rejîma Tirk a 92 salî a ku sedemê hemû pirsgirêkên civakî ye, an wê bi pêngaveke demokratîk deriyê çareseriyê veke an jî wê wekî dewletên cîran, Iraq û Sûriye, bikeve nava aloziyeke ku encamên wê nayên texmînkirin. Niha AKP’ê û Erdogan bi her awayî ber bi vê encamê ve dibezin...
Ji ber vê yekê, li Tirkiyê kilîta demokrasî, aramî û çareseriya pirsgirêkên civakî di destê Kurdan û HDP’ê de ye. Kurd çawa li Rojava û li Başûr polîtîkaya tekane ya ku demokrasî û aramiyê bîne Rojhilata Navîn bi rê ve dibin, li Tirkiyê jî pêşengiya vê yekê dikin. Ji ber vê yekê serkeftina HDP’ê ya di hilbijartina 7’ê hezîranê de xwedî girîngiyeke dîrokî ye...