Navenda Çapmeniya YPG’ê li ser şerê di pêngava ˮFermandar Rûbarˮ de li bejahiya Cizîrê pêk tê, daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniya YPG’ê hat gotin ku hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 12. de serkeftî dewam dike û wiha pê de çû:” Hêzên me şevê din li başûrrojhilat û başûrrojavayê Til Temir operasyoneke hemwext lidarxist. Hêzên me yên ku bi 2 baskên cûda gundên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de kirin nav xwe û piştî şerên dijwar ev gundên ku hedef girtibûn, ji çeteyan paqij kirin.
Hêzên me yên ku ji başûrrojhilatê Til Temir’ê ve pêş de çûn, gundên Um El Mesamîr Ereb, Um El Mesamîr Rojava û Heci Qedrî yên ku 6 km li başûrê Til Temirê ye, rizgar kirin. Hêzên me yên ji başûrrojavayê ve pêşve çûn jî gundê Hiwêce yê 7 km li başûr, gundê Til Hemamê yê 10 km li başûr û gundê Um El Mesamîra Ekrad (Kurdan) ê 8 km li başûrê Til Temirê ne, rizgar kirin. Her du bask, li gundê Hiwêca gihiştin hev û bi vê awayî çeteyên ku li meydaneke fireh xwe bi cih kiribûn hatin dorpêçkirin.”
Di daxuyaniyê de hat xuyakirin ku di şer de 23 endamên çeteyan hatine kuştin û hejmarek zedê jî hatiye birîndarkirin. Her wiha Navenda Çapemaniya YPG’ê diyar kir ku şervanekî wan bi lehengî şer kiriye û gihiştiye şehadetê. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “ Dîsa hêzên me êrîşên xwe yên doh pişt nîvro li gundê Til Hemam li darxistibûn, 3 endamê çeteyan kuştin. Operasyonên hêzên me yên ku doh li heman herême lidarxistî de 2 endame çeteyan bi saxî hatin girtin.ˮ
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN