Operasyona Rizgarkirina Bajarê Reqayê di roja 7. de bi rengekî serketî dewam dike.

Şervanên QSD’ê piştî taxa El-Meşleb a rojhilat û taxa Sebahiyê ya rojavayê Reqayê taxa siyemîn jî rizgar kirin. Taxa Romaniyê ya ku ev du roj in bênavber şerekî dijwar lê diqewimî, doh saet di 10.30’an de bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin.

Di şerê  taxê de pêr bi şev yek jê serçeteyê bi navê “Ebû Xettab El-Tûnisî” 11 çete hatibûn kuştin. Termê 7 çeteyan li naverastê man. Şervanan li taxa rizgarkirî dest bi lêgerîn û karê paqijkirina ji bermahiyên çeteyan kirin.

2 çete hatin girtin

Li aliyê din 2 çeteyên DAIŞ‘ê ku amadekarî dikirin li mizgefta gundê El-Hedac ê li herêma di navbera Tebqa û Mehmûdlî komkujiyê bikin, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin girtin. Şervanan çeteyên bi navê Ebû Mihemed û Ebû Hemam şopandin. Dema ku çeteyan hewl dan bombeyan li mizgefta bi navê El-Xîlafa ya li gund bi cih bikin, ji aliyê şervanan ve hatin girtin. Tîmên pispor ên QSD’ê, bi qasî saet û nîvekê, 1,5 kîlo TNT a hatibû amadekirin bê bandor kirin. Şervanan li herêmê dest bi lêgerîn û paqijiyê kirin.

Hat ragihandin ku çeteyan dixwestin bombeya li mizgeftê bi cih kiri bûn, di dema nimêja esirê de biteqînin.

Ji bo girtina çeteyan, gundî jî bûn alîkar ji şervanên QSD’ê re. Şervanan her du çeteyên hatin girtin, radestî cihên pêwendîdar kirin. 


 REQA