Baş tê zanîn ku Mustafa Kemal ji bo ku bikane hewldanê Mustafa Subhî û hevalên wî vala derxe, partiyeke sûnî ya di rengê partiyeke Komunist de ava kiribû. Li pey M. Suphî û hevalên wî di Derya Reş de hatin xeniqandin, ew partî jî lewx kir.
Li Almanyayê jî dema xedexeya komaleyen Kurd û PKK’ê di sala 1993 an de hate dayîn serkarên almanan xebitin ku alternatifeke Tevgera Azadî biafirînin. Lema piştgiriya hin komaleyên reformîst ên li Almanyayê tenê li pey organizekirina jiyana xwe bûn, kirin. Hin endamên wan komaleyan jî li baregehên polisan giliyên welatparêzan dikirin. Heta almanan komaleyekê din jî li Bonnê dan demezirandin.
Serkarên Tirk jî bi salan xebitîn ku li ser vî bingehî alternatifeke Tevgera Azadî biafirînin, da bikanin pêşî li rizgariya gelê Kurd bigirin. Hizb-ul kontre mînaka yekemîn bû û encamên kirinên wan tên zanîn, lê dîsa jî bi ser neket. AKP’e jî, niha dixwaze bi êrişên di bin navê KCK’ê de BDPê û Tevgera Azadî melûl bike, di bin perê xwe de hin kesên bê îrade, bê bingeh û bêsinc wek alternatîfeke têkbirinê derxe pêş. Gelek kolomnistan wan jî di kuncikên xwe yên rojnameyan de vê niyeta wan a sexte bi zelalî anin ziman.
Wek mînak Cengîz Çandar di nivîsa xwe ya roja 14.1.12 de wiha dinivîse.: „…Şikandina bandora PKK, KCK û heta ya BDP ê rasterast tê wateya kesên wek Orhan Miroglu re rêvekirinê!...“
Kolomnistê rojnameya „Birgun“ ê Ali Atıf Bir wiha dinivîse: „…divê mirov partî yan jî platformeke wek PKK nayê têgihîştin bidemezrîne!....“
Disa Erdem Can gotara xwe ku di gelek malperên Kurdan yên bi Tirkî de hate weşandin, di bin serenavê „Burkay; AKPe dixwaze em derkevin pêş!“ nivisandibû.
Wer xuyaye ev kesen xwedanê tu kedî nînin, di tevahiya jiyana xwe de li dij yekitiya Kurdan wek kelem sekinîne, îş û karên wan bi êrişkirina ser Tevgera Azadî karê dijmin hêsankirine, bi giyan û bêwijdaniyên xwe ve li ber bayên vê hêvîya têkçûyî ketine.
Platforma giliyên Kurdan kuderê ye?
Tiştê herî sosret jî ajantî û welatparêzî tevlihev kirin e. Her kes dizane ku platforma maf û azadiyan, hesap ji hevpirsîna gelên bindest ne meclisa dagirkeran, ne jî saziyeke dagirkeran, tenê Kongreya Netewî ye. Ku Kongra Netewî ya Kurdistanê bicive û di bin perê wê de komisyonên dadwerî, maf û azadiyan were demezrandin, wêçaxê mafê her Kurdistaniyan heye ku li ba wan komisyonan gilî û gazincan bike û li mafên xwe bigere. Lê meclîsa agirkerên Tirk, yan jî saziyên wan ên wek dadgeh, ne cihê li maf û hiqûqê gerinêye.
Van zatên nav K. Burkay û Î. Guclu hê di ser de jî bê ku ji bala giştî şerm bikin, çûn li ba Oya Eronat giliyê PKK’ê kirin. Her kes dizane ku Oya Eronat wek parlamenter nehatibû hilbijartin, lê dewleta Tirk parlementeriya Hatîb Dicle yê ku reyê 80 000 kesên dilsoz girtibû û wek parlamenterê Amedê hatibû hilbijartin, bi bêbextî jê standibû û dabû Oya Eronat. AKP’ê jî çawa ku bi hemû Kurdan û bala giştî henekê xwe bike, çawa ku bi vê kirinê sextekariya xwe bide îspatkirin, ew kir endamê komisyona maf û azadiyan. Li pey jî ferman da K. Burkay ku biçe wê platforma „Tirkiye Buyuk Millet Meclisî!“ li ser PKK’ê îfade bide. Î. Guclu jî çûbû ji serokê vê komisyonê rica û dexalet kiribû ku ew jî bikane li ser PKK’ê îfade bide. Ev kes bê ku ji vê kirina xwe ya rûreşiyê şerm bike, çawa ku tiştek baş kiribe, li ser vê dinivîse? Ma êdî gotin heye ku mirov li ser kesekî wiha bibêje?
Gelo Vietnamiyan jî di dadgehên Amêrîqayê de bi navê welatparêziya Vîetnamê gilîyê Viet-Kong ê kirine? Rast fîlîstînî dikanin biçin di parlementoya Îsraîl de giliyê hêzên filistînî bikin? Gelo di cihanê de minakên wiha sosret hene?
Ku di salên heftêyî de yekî tiştekî wiha ketî bikira, sedî sed wek „xayîn û ajan“ dihat îlankirin. Lê NATO û dewleta Tirk hin derdorên ketî wisa amade û organîzekirine ku bikanin her tiştî belovajî nîşan bidin û hîtabê bala giştî ya Kurdan bikin.
Bi taybetî jî di nava rûpelên înternetê de bi dehan malperên bê sinc ên bi mêjiyekî şuştî dane vekirin û bi riya wan îxanetên bi vî rengî wek welatparêzî radigîhînin bala giştî. Hem jî di bin navê „siyastmedar û niviskarê Kurd“(!?) de.
Ez bawer dikim ku her kesên dikane bifikire, vê rastiyê dibîne û tifê rûçukê kesên wiha dikin!