Li Şengalê dewreya perwerdeyê ya ku ji bo Endamên Desteya Rêveber a Şengalê destpêkiribû, bi dawî bû.

Dewreya Şehîd Arîn 12 'ê Sibatê li Akademiya Şehîd Egîd a li Xanesorê ji bo endamên Desteya Rêveber a Şengalê hatibû destpêkirin. 17 kes beşdarî dewreyê bûbûn. Perwerde li ser bingehê bihêzkirina sîstema neteweya demokratîk û civaka Êzîdî xwe bi xwe bi rê ve bibe, hate dayîn.

Em li benda kesî namînin

   

Kesên ku beşdarî perwerdeyê bûne, li ser encamê perwerdê peyivîn. Hevserokê Meclîsa Gel a Komalgeha Dûgirê, Alî Mişko got, "Heta niha ti kes li Şengalê xwedî dernediketiye û em dizanin, heger îro em xwedî lê dernekevin, wê ti kes ji bo me tiştekê neke. Em bawer dikin ku piştî vê perwerdeyê em ê baştir xweseriya xwe misoger bikin."

Pêwistî bi Şengaleke xweser heye

   

Endamê Rêveberiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ) Merwan Xwedê jî got, "Wek Rêveberiya Şengalê, me pêwîst dît ku ji bo nûjenkirina projeyên ku li Şengalê hatina danîn, beşdarî perwerdeyê bibin. Di vê perwerdê de ji hemû sazî û rêxistinên me yên girêdayî rêveberiya xweser a Şengalê, nûner beşdar bûn. Di vê demê de pêwîstiya me bi Şengaleke xweser heye."

'Ji bo Êzîdxaneka azad'

   

Endamê komîteya Aborî ya Şengalê Samî El Îsa jî got, "Ji bo em Êzîdxana xweser ava bikin, me ev perwerde dît. Em pişta xwe bi hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê girê nadin. Em Soz didin Êzîdxaneka azad diyarî zarokên xwe bikin." n ROJNEWS/ŞENGAL