
Herêma Şehbayê ku Kurd, Ereb û Turkmen bi hev re lê dimînin, ji sala 2012’an ve bi kiryarên herî kirêt ên çeteyan re rû bi rû maye. Li vê herêmê wêranî, koçberkirin, komkujî û hemû cureyên kiryarên xerab ji aliyê çeteyan ve hatin kirin. Herî zêde jî zirar li zarok û jinan bûye.
Ragihandina tabûra yekem
Piştî gotûbêjên berfireh ên fermandariya Lîwaa Cebhet El-Ekrad bi jinên şoreşger û welatiyên herêmê re, yekemîn dewreya leşkerî ya perwerdeya jinan hate vekirin. Wê demê jinên ciwan ên ji herêmên Ihris, Bab, El-Raî, Qebtan El-Cebel, Kefernaya û Ezazê tevlî dewreyê bûn.
Jinan di vê dewreyê de li ser çawaniya bikaranîna çekan, rê û rêbazên şer, her wiha waneyên ramyarî jî ders dîtin. Piştî ku dewre bi dawî bû, 8’ê Hezîrana 2016’an yekemîn tabûra jinên herêmên Şehbayê ya bi navê Şehîd Jiyan Ihris a girêdayî Lîwaa Cebhet El-Ekrad hate ragîhandin.
Piştî ku jinên herêmê agahiya avakirina tabûra jinên şoreşger ên herêmên Şehbayê bihîst, yekser jinên ku koçberî kantona Efrînê bûn, jinên li herêmên rizgarkirî û yên li herêmên din jî berê xwe dan vê hêzê û xwestin tevlî bibin. Ji ber vê yekê fermandariya Tabûra Jiyan Ihris dewreyeke din a perwerdeyê destpê kir.
Ji tabûrekê bûn eniyek
Tevlîbûna di nava tabûrê de kêm nebû. Her ku diçû jinên herêmê tevlî vê tabûrê dibûn, lewra fermandariya tabûrê navê wê guhert û navê Eniya Parastina Jinê ya Şehbayê lê kir.
Eniya Parastinê ya Jinê ya Şehbayê cara pêşî bi awayekî aktîf 27’ê Tebaxa 2016’an dema ku çeteyan êrîşî gundên herêmê Şehbayê kir, beşdarî şer bû. Hingê şervanên Eniya Jinê li rex hêzên şoreşger ên Şehbayê li hemberî çeteyan şer kir û 30’ê Tebaxê gundên Um Hoş, Herbel û Um El-Qura ji DAIŞ’ê rizgar kirin.
Yekemîn şervana şehîd
Di rizgarkirina wan hersê gundên navborî yên Şehbayê de şervana bi navê Aljîn Gîvara bû yekemîn pakrewana Eniya Parastina Jinê ya Şehbayê.
Yek ji fermandarên Eniya Parastina Jin a Şehbayê, Arîn Mîrkan a ji bajaroka El-Raî yê herêma Babê ye. Arîn Mîrkanê navê Arîn Mîrkana Kobanê rakiriye û dibêje, “Eniya me rêxistinek jinan a leşkerî ya girêdayî Cebhet El-Ekrad e. Em Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ku wekî yekemîn hêza leşkerî ya jinan tê naskirin, wekî çavkaniya tecrûbeyan ji xwe re dibînin.”
Balkêş e ku kesên tevlî Eniya Parastina Jinê ya Şehbayê bûne ne tenê jinên ji herêmên Şehbayê ne, belê gelek keçên ji parêzgehên din ên Sûriyeyê jî di nav de cihê xwe digrin. Wek, Nûr Şêxo ya ji bajarê Daret Izzê yê girêdayî parêzgeha Îdlibê.
Nûr Şêxo ya 20 salî riya xelasiya ji zordariyê di vê eniyê de dît, lewma berê xwe dayê û tevlî nav refên wê bû. Nûr dibêje ku wê dixwest bibe şervanek, lê hertim rê û resmên civakî yên paşverûtiyê rê li pêşiya xwe digirtin. Xwesteka wê ji jinan ew e ku riya xelasî û jiyana azad bigirin û wiha bang li jinan dike: “Li vir tu wê xwedî hebûn bî, tenê tu dikarî xwe bi xwe xelas bikî.”
ŞERVÎN MUSTEFA / ANHA / EFRÎN