
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ji Sûriyeyê xwest ku gavên siyasî biavêje û rejîm hişyar kir, heger berevajî vê yekê neke wê encamên nerênî lê vegerin. Îlham Ehmed her wiha bi taybet bang li dewleta Tirk kir ku ji xaka Sûriyeyê vekişe.
Îlham Ehmed di dema civîna Meclîsa Qanûnsaz a Tebqayê de ku çarşemê bi rê ve çû, ji ANHA´yê re got, dewleta Tirk bajarên Cerablus, Ezaz û Babê yên Bakurê Sûriyeyê dagir kirine û wiha dewam kir: "Hin herêmên parêzgeha Îdlibê jî dagir kirine û xwe nêzî Herêma Efrînê kiriye. Saziyên çapemeniyê ragihandin ku dewleta Tirk herêmên ji Îdlibê di encama tifaqa bi çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) re dagir kirine."
Tirkiye dijberiya gelên Sûriyê dike
Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed ji hêzên herêmî ku destên wan di peydabûna rewşa Sûriyeyê ya îro de heye, xwest ku dest ji kiryarên xwe yên di Sûriyeyê de berdin û ji xaka Sûriyeyê vekişin û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk ku dijbertiya gelê Sûriyeyê dike, dixwaze projeyên xwe yên dagirkeriyê li Sûriyeyê pêk bîne.”
Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de ji rêjîma Sûriyeyê xwest di xebatên çareserkirina siyasî ya rast de gavan biavêje. Îlham Ehmed rejîma Sûriyeyê hişyar kir û got, heger rejîm berevajî vê yekê bike, wê encamên nerênî li rejîma Sûriyeyê vegerin.
ANHA / TEBQA