Gaziyê Pirsûsê Ferhat Avaşîn beriya ku êrîş dest pê bikin tevlî YPS’ê bû û bang li hemû ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku tevlî refên berxwedanê bibin. Avaşîn anî ziman ku dema dixastin biçin Kobanê di êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê de 34 hevalên xwe winda kirin û ew di êrîşê de bi birîndarî xilas bû û pişt re li hemberî êrîşên AKP’ê xebatên xwe yên şoreşgerî berdewam kirin. Avaşîn got, “Ez şahidê komkujiya Pirsûsê me” û wiha got: “Rêhevalên min ên li wir Cebo, Polen û Buşra hemû li ber çavê min şehîd ketin. Min xwe li hemberî van komkujiyan bêdeng negirt. Heke ez bêdeng mabam sibê dê ve komkujî zêde bibin û berdewam kiriban. Heke ez bêdeng mabam min dê îxanet li rêhevalên xwe kiriba. Çeteyên AKP’ê piştgiriya wan kir rêhevalên me qetil kirin. Ji bo tolhildana wan rêhevalên xwe ez tevlî YPS’ê bûm. Ez rêhevalê Ceboyan im. Ez dest ji dozê bernadim.”
Ji bo civakekî azad û wekhev
Avaşîn got ew ji şer natirsin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bi hamleya rêveberiyên cewherî ji bo gel li hemberî dîktatoriyê destanên xwe binivîsin ez tevlî vê hameleyê bûm. Ez li vir tenê ji bo xwe û an jî tenê ji bo Geverê şer nakim. Şerê li vir tê dayîn tenê bi Geverê sînor nîn e. Em li vir ji bo Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn a hevgirtî şer dikin. Em li vir ji bo civakekî wekhev û azad şer dikin. Em dê li hemberî faşîzmê heya dawî xwe biparêzin.”
‘Berxwedan bi Geverê sînor namîne’
Avaşîn da zanîn ku li Geverê dê berxwedanekî dîrokî bê nivîsandin û teqez teslîm nabin û wiha pê de çû: “Em dê heya dilopa xwîna xwe ya dawî ber xwe bidin. Em li hemberî terora dewletê paş de gav navêjin. Hêzên dewletê gelek zorê dibin dikarin bikevin beşekî taxên me. Lê bila baş bizanin dê gelek windayên mezin bidin û dê paş de vegerin. Berxwedan li taxên em lê dimînin bi sînor nabe. Dê li her derê belav bike. Gever dê dîrokê binivîse.”
‘Em agirê berxwedanê ji Kawayan girt’
Avaşîn bilêv kir ku ew dê berxwedana xwe bi agirê Newrozê tacîdar bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em neviyên Kawayê Hesinkar in. Em berxwedanê jî dizanin û şer jî dizanin. Heke daxwaza gelê me ya aştiyê qebûl nekirin tenê li Geverê ne em dê li her derê ji wan re bikin dojeh. Bi hezaran sal berê Kawa li hemberî zilmê serî hilda. Niha jî em neviyên Kawa li hemberî vê yekê serî hil didin.”
DÎHA/COLEMÊRG