Li dijî Sefaretxaneya Bilind a DYE’yê ya li Enqereyê bi destê kesên qaşo nasnameya wan nehatiye diyarkirin ên çekdar, êrişek hate kirin. Ji ber êrişê tiştek bi kesî nehat. Êrişa li dijî Sefaretxaneya Bilind a DYA’yê berê sibehê saet 5’an pêk hat. Li gorî agahiyan, ji wesayiteke spî ya li ser rêya Bûlwara Ataturk, gule li avahiya sefaretxaneyê hatin reşandin. Êriş li ber deriyê bi hejmara 6’an pêk hat û dengê çend fîşekan hate bihîstin.

Êriş li dijî kulûbeya ewlekariyê hate kirin û yek ji fîşekan li cama wê ket. Tiştek bi kesî nehat.

Wesayita ku plaqeya wê hîn nehatiye tesbîtkirin, ji bûlwarê ber bi aliyê kolana Cînnah ve çû.

 

ENQERE