
Roşeng Rojbîr Di sala 1982’yan de li gundekî Farqîn a Amedê hatiye dinê. Bi qasî çend salan nivîsên wî di rojname û kovarên cûda de li bi navê 'Janbijan Ar' hatin weşandin. Pirtûka wî ya ewil a ku bi navê ‘Gêjebêj’, di Nîsan a 2012’an de ji Weşanxaneya Belkî derket. Rojbîr di helbestê xwe de dibeje ku; 'Bi hêviya ku êdî em Kurd, hêviya xwe ji hêvîkirinê bibirrin.”
Têkildarî xabatên wêjeyî û pirtûka 'Gêjebêj' de Roşeng Rojbîr pirsên me bersivandin.
Çima vê carê ne bi navê Janbijan Ar, bi Roşeng Rojbîr we nivîsand?
Sedem, lixwevegerîne ezbenî, tenê li xwe vegerîn. Xwendevanên Kurdî, her wiha nivîskarên Kurdî ne, di destpêkê de dema ku min ev nav hilbijart, hew çend kesî heman nav bikar dianî. Min wê demê jî behs dikir, heger ez tiştekî binivîsînim, divê ew tiştên min neşibin tiştên tu kesî... Di destpêkê de Jan bû, -ku sekin û helwesta navên Kurdî, sekneke polîtîk e- min got, bila Janbijan be. Çi bêjim, ava vî navî derxistin, ku li welatekî hezar nivîskar hebin û navê dused kesî Jan be, ji wêjeya wî welatî biguman bin.
We çawa dest bi helbestê kir?
Ne ku helbestvan dest bi helbestê dike, helbest dest bi helbestvan dike. Dema ku gilî û gazin di axaftinê de pere nakin, ew êşa xwevegotin û xweravekirina mirovî bi awayekê sîstematîk dehfan dide. Heger mirov nikaribe ji bilî vegotineke helbestîk xwe jê rizgar bike, divê mirov tênekoşe, xwe serbest berde û bibe dîlê xwevegotina xwe. Ma, tenê dîlê xwevegotina xwe! Dîlê civakê, dîlê xwezayê, dîlê cîhanê… Bibe dîlê heçî tiştên heyî û bi wê dîlbûnê, dilê xwe bi sêbareyî bi xwe rihet bike.
Em werin ser şêwezaê we yê helbestê û pirtûka we...
Her nivîskar, dixwaze ku berhema wî ya herî baş be, ji bo ku ya herî baş biwelidîne hemû qolincên xwe yên heyî dide xebitandin, an hewil dide ku bide xebitandin. Lê weke ku tê zanîn, qolinc tenê têr nakin. Jê re matematîk divê, geometrî û felsefe divê. Bila helbest li dera hanê bimîne, carnan dema ku ez peyvekê jî dibîhîzim, heger li xweşiya min çûbe, ez wê peyvê dixime xurcika xwe û weke zarokeke ku nûh bi meşê ketibe pê dileyizim. An em bihev dileyizin. Ez nikarim ji bo pirtûka xwe tiştekî bibêjim. Ji ber ku xwendevan sar, nivîskar nexweşê êşê û temaşekar xemsar e.
‘Gêjebêj’ ji kur tê?
Ev peyv, demeke dûr û dirêj di heqîbê min de ma. Hey ku ez vê pêyvê dibîhîzim, mîna ku ez li nîviyê adetan, li nîviyê zagonan bim û beyî ku bême darizandin bi awayekî çawalêhatiyî bipeyivim. Kurd, ji dema bûyîna xwe ve ye ku nikarin ya binê hişê xwe bibêjin. Heger gotibin jî beyî ku bêne darizandin mîna şefatekê, bi werîsê xwe ve hatine zeliqandin. Peyva 'Gêjebêj'î jî, diyariyokeke bi vê armancê ye. Heyfhilandin e. Jixwe, divê nivîskarên Kurdî, bi tu nivîsên xwe neyên sûcdarkirin, ji ber ew ya binê hişê wî ye. Û ya pê dayî kirin jî civak bixwe ye, heger armanca nivîskar, ronîkirin û haydarkirina civakê be heger jê re tiştek bivê, bila ew tişt jî xelat be.
Helbest çiye û dewsa çi digire?
Li gorî avahîsazekê, avahî çi be û li gorî wênesazekî wêne çi be, li gorî helbestvanekî jî, helbet heman tişt e û dewsa xwe jihev veçirandinê digre an jî xwe berhevkirinê. Di armanca helbest nivîsandinê de, tu tiştekî teqez tune ye. An ji bo ku xwe berhev bikî dinivîsînî an jî ji bo ku xwe belawela bikî.... An tu yê bi ser bikevî û cardin binivîsînî, an jî tu yê têk biçî û cardin binivîsînî. Jixwe, li devera ku bîr hatibe kolandin û ji wê bîrê av hatibe vexwarin, xelasiya wî kesî tune ye, ewê teqez cardin ji bo vexwarina wê avê xwe daqul bike. Ji ber vê yekê ye ku di hişê me yê hevpar de, têgeha helbestkêr an jî beramberê navê helbestkêr 'toqê lanetê' ye. Ku ev toq, weke (h)etîketekê her tim di stuyê nivîskêr de ye. An tu yê jê hez bikî û wê vejînî an jî tu yê jê hez nekî û ewê dîsa bi te ve vejê...
Pêl bi pêl an di carekê de tê hişê mirov... Yanî helbest çawa tê?
Bi serêşandinê tê nivîsandin, bi kedê tê nivîsandin. Carnan pêl bi pêl, carinan jî hema cîh de. Bêminet e, heger neyê, meriv diçe. Ji bo me Kurdan, nivîs nîmetek e. Ku meriv bihîzyar be bes e. Ne hewceye ku meriv here li deriyê wê bide, jixwe mijar bi têr û sertêra xwe hene. Ya bi helbestkêr divê, hevîrtirşekê biavêje nav wî hevîrî. Ku ew jî pê nebe, divê hima wisa bê hiştin, ji ber ku hevîr, bêyî wê tirşiyê jî digihe. Carnan dişibe teqîna flaşa wênekêşekê, carnan çirûska kevirî an jî çîka hişê mirovî. Helbesta me ya Kurdî ji hevîrê xwe ve gazin e. Û heya serbestiyê, dê her bi qazin be…
Hevsenga bandorbûyina ji helbestvanên cûda û derxistina holê ya taybetmendiyê çawa dibe?
Carnan, meriv hewldide ku tiştekî binivîsîne, lê dikole dibîne ku gelek tiştên heger nehatina nivîsandin dê teqez ew ê binivîsandina dertêne hole. Ev bûyer, gelek carî nivîskêr bidûr dixe. Lê heger meriv xweser be, biçe ji kaniya wê avê vexwe, heger ji kaniya wê av hatibe vexwarin, divê meriv biçe ji jêderka wê avê vexwe, heger jêderk jî şolî be, divê meriv jêderkeke din ji xwe re peyda bike. Du nivîskar nikarin ji heman kaniyê avê vexwin, vexwariyê pêşî jixwe vexwariye, yên ku di pey de diçin ne avê lê belê avzêmê vedixwin.
Rewşa helbest û helbestvanên Kurdî çawa ye?
Li maratonekê bifikirin, maratoneke ku fînala wê tune ye. Ji bo ku hûn bi ser bikevin, divê we hemû beşdariyan li pey xwe hiştibe. Ku nîşaneya biserketinê jî ewqasî eyan be... Kurd û Kurdînûs, hîn li benda komût a destpêka bezê ne. Di wê pozîsyona bezê de, bi awayekê çarlepkî, li bendeyê ne ku hin kes ji wan re bibêjin, deee… Çendê wî aliyî, gotina derhinêrekî Tirk a di derbarê nivîskaran de bala min kişand. Digot: “Neyartiya di navbera kesên ku hinekî hibr alastine de, ji neyartiya doza xwîndariyê jî dijwartir e.” Ma, hewce ye ku ez tiştekî lê zêde bikim…
Tê gotin ku helbest li dijî xerabî û zordestiyê serhildanek e, we jî di vê kitêbê de li hemberî zordestiyê serî hil daye gelo?
Heya ji min hat, min ew dijmiroviyên ku di serpêhatiyên min de qup ketine keritand. Heya ji min hat, min tenê behsa tiştên penîçav û hişçavî kirin. Carnan, min şirîkan ji ez’eke xwe welidand û rêxistina xwe bi wan ez’an re ava kir. Carnan jî lêhatin ji jêhatinê pîroztir dima. Heger li cîhanê, têgeheke weke helbestê tune bûya. Ez pir bawerim ku ew ê Kurd, vê lewnê ava bikirina. Ji ber ku derûniya Kurdan, ji bo avakirina lewneke wiha her dem amade bûye. An, serhildaneke bi şûr û mertal, an jî pênûseke sor î bê jêbir.
Di helbestên we de fikrên we yên bi kevirî hene...
Bê guman, fikir girîng in. Ku di destpêkê de mîna hevrîşmê narîn in. Lê dema ku ew fikir bêne piştguhkirin dibin kevir û dimînin. An ew ê li serî bikevin û mêjî (serî) serobino bikin an jî dê li alternatîfeke din bigerrin. Ji bo hêviyê jî ez dikarim vê bibêjim: “Bi hêviya ku êdî em Kurd, hêviya xwe ji hêvîkirinê bibirrin.”
Gelo, hûn bi nivîsandina helbestên xwe, dixwazin civakê jî hişyar bikin?
Jixwe, divê derdê nivîs û nivîskariyê, ji bo hişyariya civakê be. Divê tekane armanca wan payamdayîn be, çi bi helbestê û çi bi lewnên dinê. Heger civak civakeke tekûz be, dê tu nivîskarên mezin ji wê civakê derneyên. Albert Camûs dibêje: ”Têkoşîna min nivîsandina pirtûkên min in, lê dema gef li gelê min gef bêne xwarin, li hemberî gefxwaran şerkirin e û ravekirina her tiştî jî ev e.” Bi raya min, divê di destekî me de pênûs û di yê din de jî çek hebe. Ku ev jî çawa çê dibe ez nizanim.
Di helbestên we de zimanekî xweser heye. Ferhenga Roşeng Rojbîr çawa ava bû?
Gavek berê me behsa kanî û jêderka wê kir. Ew jêderka ku tenê aydê nivîskêr e. Gava meriv bi xwe re jidil be, karê nivîskariyê jixwe re weke karekî fermî bibîne, ew ê tarz jî û ferheng jî derê holê.
Di helbestên we de ligel hestan teknîk çi qasî cîh digre?
Di wextê de, Frantz Kafka ji hevalên xwe re dibêje: “Hemû berhemên min bişewitînin…” Heya salên 60'î jî haya tu kesî ji Kafka’yî tune bû. Belkî, wê demê bazara wî welatî jî weka ya Kurdî kêm bû. Lê niha ev camêr li hemû cîhanê tê naskirin. Niha navê wî hatiye sembolîzekirin, ku navê wî yê din jî Kêzik e. Kafka’yê kêzik. Ez nizanim bê ez ji bo çi dinivîsim, heger ez ji welatekî dinê bûma, îhtîmala ku min serê xwe ji bo wêjeyê biêşandina qey ew ê ji milyonî yek bûya. Hest û hîskirin çi qasî girîng bin, teknîk jî ewqasa girîng e. Di wêjeya cîhanê de, hew çend kesan li ser teknîka helbestê peyamnan dane. Teknîk helbet girîng e, lê hûn nikarin bêjin ku yek ji ya din girîngtir e.
MEHMET ÛÇAR / ÊLÎH