Şahidê komkujiya li Şengalê Hevserokê Partiya Êzidiyan a Demokratîk û Azad (PÊDA) Omer Salih da xuyakirin, gelê Şengalê bi çavên xwe îxaneta PDK’ê dît û ew ê wekî gelê Şengalê ji wê ixaneta PDK’ê û fermanê re bi xwerêvebirinê bibin bersiv.
Hevserokê PÊDA Omer Salih, bi minasebata salvegera Qirkirina Şengalê axivî û got ku PDK berî fermana Şengalê ji gel re digot ‘Biçin malên xwe, bi dilrehetî razên. Tiştekî bi vî rengî nîne, wê êrîş nekin’ û nedihişt gerilayên PKK têkevin Şengalê.
Salih da xuyakirin, ku dema DAIŞ’ê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir, ew ji bo Şengalê ketin nava fikaran û ji ber vê yekê li nava gund û malan geriyan û hewl dan vî şerî û sedema wî ji gel re vebêjin û wiha peyivî: “Lê belê PDK’ê hewl dida hem xebatên me yên ji bo Rojava hem jî hewldanên me yên hişyarkirina gel asteng bike.”
Destûr nedida PKK hêza xwe bişîne Şengalê
Hevserokê PÊDA’yê Omer Salih da zanîn, ku piştî ketina Mûsil û Tel Aferê fikarên gelê Şengalê zêdetir bûn û got, “Wê çaxê PDK’ê destûr nedida ku PKK hêza xwe bişîne Şengalê. Hin gerîlayên HPG’ê yên hatibûn Şengalê girtibûn. Çend hevalên ji vê komê mayî, xwe ji PDK’ê vedişartin.”
PDK got DAIŞ tiştek bi we nake
Salih da zanîn, ku ew, çend hevalên wan ên ji TEVDA’yê û hin kadroyên PKK’ê li nava gundan digeriyan, hewl didan xeteriyê ji gel re vebêjin û got, “Me xwest bi mixtaren re civînekê lidar bixin. Lê ev daxwaza me qebûl nekirin. Gotin ‘Em bi we re civînê çênakin’. Ji ber ku beriya me rayedarên PDK’ê bi wan re civîn çêkiribûn. Mixtaran fikarên xwe yên ‘Dibe ku DAIŞ êrîş bike, eger êrîş bike em ê çi bikin’ ji wan re ragihandibûn. Wan jî ji keyayan re gotibûn ‘Biçin malên xwe, bi dilrehetî razên. Tiştekî bi vî rengî nîne, wê êrîş nekin.”
Gel bi çavên xwe her tiştî dîtin
Omer Salih da xuyakirin, ku dema ferman çêbe, PDK reviya û gel bi çavên xwe her tişt dît, wê çaxê mirovan ji wan bawer kirin û got, “Ez jî, tevahiya gelê Şengalê jî ji vê xiyaneta dîrokî, ji komkujiyê û berxwedana gerîla ya ji bo parastina gel bûn şahid. Ji bo parastina gelê me, çi pêwîst bû me jî hewl dan bikin.”
Pêşmerge reviya gerîla parast
Salih got ku wî di sibeha komkujiyê de xwe gihandiye navenda Şengalê û got, “Wê demê pêşmergeyekî PDK’ê jî fîşekek neqetand, dest ji Şengalê berdan û reviyan. Wesayîtên xwe jî li dû xwe hiştin û reviyan. Li ser wesayîtekê doçkayek hebû. Wê demê li Şengalê hin gerîlayên HPG’ê hebûn. Hin ji van hevalan doçka anîn. Û li cihekî serwer ê çiyê bi cih kirin. Dema pêşmerge ji herêmê reviyan, hingî komek ji Şengalê, rêya Sinûnê û Dûgirê ya aliyê rojavayê çiyê girt.
Ez bi xwe jî cihê doçkayê bûm. Çeteyan car carna gule berdidan. Lê belê nikarîbûn derkevin çiyê. Ji ber ku em li cihekî stratejîk bûn. Li wê derê, ciwanên Şengalî jî hatin cem hevalan û tevlî wan bûn.”
‘Em bimirin jî ji Şengalê dernekevin’
Gel berê xwe da çiyê. Di wê demê de hewl da xwe bigihîne Rojava. Lê 300-400 malbatan gotin ‘Em bimirin jî em ê ji Şengalê dernekevin’ û li çiyê man. Dora me bi DAIŞ‘ê hatibû girtin. 4 rojan gel û hevalan ne xwarin xwarin ne jî av vexwarin. Ji ber ku tiştek tinebû. Piştî çar rojan, hevalên li Rojava korîdor vekirin û xwarina anîn vir. Bi qemyonan av anîn. Li gel belav kir û hinekî gel hat ser xwe. Malbatên li çiyê man, xwe bi fêkiyên ji bostanên xwe xwedî kişrin. Heta 20 rojan bi vî rengî îdare kirin. Piştre, li dû 3 mehan kordîdor ji nû ve hat vekirin. Xwarina me ji Rojava hat. Û hûn dizanin di Mijdara 2015’an de Şengal ji aliyê gerîla û hêzên YBŞ’ê ve hat rizgarkirin.”
Gel vedigere, lê PDK´ê nahêle
Salih bal kişand ser vegera gel a li Şengalê û got, “Veger niha heye. Li gundan, bi qasî 100 malbat vegeriyan e. Gelek mirov dixwazin vegerin, lê PDK di vî warî de polîtîkayên qirêj dimeşîne. Mînak, PDK niha konekî jî nade mirovên dixwazin vegerin. Polîtîkayên PDK’ê yên beriya komkujiyê tê zanîn, ji xwe di dema komkujiyê de jî reviyan. Lê belê polîtîkayên wan ên niha, ji yên beriya niha xerabtir e. Mînak; ji ber ku me ders ji komkujiyê derxist û xwe bi rêxistin kir, mîna ku dixwaze me ceza bike, tevdigere. Nahêle mirovên me biçe Başûrê Kurdistanê, tiştekî ji malbata xwe re bikire, yan jî ji bo debara xwe kar bike. Berî çend rojan xwediyê dikanekê bi qemyonê eşya anîbû. Hêzên taybet ên PDK’ê yekser dest lê werdan û zehmetî derxistin pêşiya wî. Bi vî rengî dixwaze pêşî li vegerê bigire, Şengalê û civaka Êzidî qels bike û bike mûxtacî xwe.”