Hunermendên Kurd, ji bo “yekitiya neteweyî” ketin nava liv û tevgerê. Hunermend Xelîl Xemgîn, diyar kir ku Kurd bi “yekitiyê” tenê wê karibin hemû dek û dolaban pûç bikin. Hunermend Rotînda jî pêşniyaza meşeke ji Qamişlo heta Hewlêre kir: “Em dest ji pêşhukmên xwe berdin. Piştî ku gel bixwaze, divê yekitî pêk were.”

Ronakbîr, nivîskar, siyasetvan û hunermendên Kurd ên li Ewrûpayê, piştî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxwaza “Yekitiya neteweyî” di 5’ê Kanûnê de, ji bajarê Lozanê heya Cenevreyê meşiyan. Hunermendan got, gelê Kurd di sedsala 21’emîn de tenê bi yekitiyê wê bibe xwedî statu.

 Armanc qirkirina Kurdan e 

Hunermend Xelîl Xemgîn got, heta roja îro Kurdan gelek berdêlên giran dane û wiha axivî: “Berdêla wê çi dibe bila bibe, divê Kurd bibin yek. Heger yekîtiya neteweyî neyê avakirin, wê li dijî Kurdan êrişên pirr giran pêk werin. Çawan ku di sedsala bihurî de Ermenî qir kirin, wê di vê sedsalê de jî Kurdan bidin ber qirkirinê. Kurd bi “yekitiyê” tenê wê karibin van dek û dolaban hemûyan pûç bikin.”

Em dixwazin ramana yeketiya neteweyî belav bikin. Armanc û erkeke me ya wisan heye. Ji bo vê ramanê wê şandeyek, an jî delegasyonek bê avakirin. Em ê li deriyê sazî û dezgehên gelê Kurd hemûyan bixin. Em yeqîn dikin ku em ê di demeke nêz de civaka xwe bikin yek.”

Em dest ji pêşhukman berdin

Hunermend Rotînda jî li ser mijarê got, “Divê em ji Qamişlo heta Hewlerê meşekê li dar bixin. Êdî em dest ji pêşhukmên xwe berdin. Rola hunerê wê di vir de pir mezin be. Ez wisa yeqîn dikim ku ev hewldana hunermendan wê bi encam bibe. Em dixwazin hemû partiyên Kurdan bînin gel hev û em ê vê yekê bi ser bixin. Piştî ku gel xwest, wê demê divê yekitî pêk  were.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN