Bi hezaran Kurd û dostên wan pêr berê xwe dan Parîsê û li Gare de l’Est (Gara Rojhilat) a li Parîsa paytexta Franseyê kom bûn. Meşa ji bo şermezarkirina komkujiya li Parîsê, bi beşdariya zêdetirê 100 hezarkesî pêk hat..

Ji saetên danê sibê ve cadeya ku diçe cihê çalakiyê ji Kurdan tije bû. Derdora garê tije mirov bûn û heta niha jî herikîna girseyê ya ber bi garê ve berdewam dike. Esnafên Kurd derabeyan daxistin û tevlî çalakiyê bûn.
Qada ku girseya gel lê kom bû li nêzî Navenda Enformasyona Kurdistanê ya ku siyasetmedarên Kurd ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwan Leyla Şaylemez 9’ê çileyê hatin qetilkirin bû.
Qad bi alên KCK, PKK, PJAK, PYD, rêxistinên jinan KJB û PAJK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin. Her wiha nûnerên partiyên başûrê Kurdistanê û partî û rêxistinên Fransî jî tevlî xwepêşandana girseyî bûn.
Rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyê weke MLKP, MKP, ATİK, DİDF, DHK, DKP, ADHK, EÖÇ û KDO tevî al û pankartên xwe tevlî çalakiyê bûn.
Kurdistaniyên ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn. Çapemeniya Fransî ya ku bi rojan e li cihê bûyerê bû eleqeyek mezin nîşanî çalakiya Kurdan da.
Tevlîbûna xwepêşandanê bi berdewamî zêde dibe û girse dê bimeşe Qada Colonel Fabien. Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk jî tevlî meşê bûn. Siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê û nunerên sazî û rêxistinên Kurdan jî di meşê de amade bûn.
Piştre jî bi tevlîbûna bi 100 hezar kesî meşek hate lidarxistin. Kurdistaniyên ku serê sibê zû li Gare De l'est hatin cem hev û xwestin bimeşin. Lê ji ber ku qada kombûnê teng bû û têrî bi dehhezaran kesî nekir, meşa ku wê saet 12.00’an dest pê kiriba hate paşdexistin.
Piştî meşeke dirêj saet li nêzî 14:00'an serê korteja Kurdan a meşê xwe gihanda qada ku wê mitîng lê pêk were, Kolonel Fabien. Gelek partiyên siyasî yên Fransayê, sendîkayan û rêxistinên çep ên Tirkiyeyî jî cihê xwe di meşê de girtin.
Ji 7 salî heta 70 salî bi dehhezaran kes weke lehiyê herikîn cihê wê lê mitîng pêk were. Piştî ku mitîngê dest pê kir bi 2 saetan jî dawiya korteja Kurdan nehat û bi hezaran kes herikîn qadê.

'Meşa ber bi azadiyê ve nayê rawestandin'

Li qadê piştî rêzgirtinê, Serokê Federasyona Komeleyên Kurd Mehmet Ulker axivî û ji bo beşdarbûna zêde malavahiya gel kir kir. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî axivî û got: "Ez li ber her sê qehremanên jin li ber têkoşîna wan, ku îro bûne sedama vê hevdîtina mezin bi rêz bejna xwe ditewînim." Kişanak diyar kir ku ewê 3 fîdanên têkoşîna jinên Kurd ber bi dawiyê ve bişînin û da zanîn ku niha ew li ser navên wan ji vir diqîrin û wiha axivî: "Em vê komkujiyê şermezar û nelet lê dibarînin." Kişanak bang li hikûmeta Fransayê kir, ku komkujiyê zû ronî bike û wiha got: "Tu komkujî, mirin, zilm nikare pêşî li têkoşîna azadiyê ya jina Kurd bigire. Emê weke jin di refên pêş ên vê têkoşînê de her tim cihê xwe bigirin û xwe nedin paş."
Piştre Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk jî axivî û daxwaza ronîkirina bûyerê ji hikûmeta Fransayê kir. Li ser navê Tevgera Jinê ya Kurd jî Sakîne Karakoçan axivî û wiha got: "Her 3 hevalên me bi rûreşiyeke mezin înfaz kirin. Ew li ser rastiya heqîqeta Rojê dimeşiyan, ew ji roniyan wan tirsiyan. Karakoçan destnîşan kir, ku ewê serê xwe li ber vê komkujiyê netewînin Bila ew kes û hêzên komkujî pêk anîne ew rûreş, vî gelî vîna vî gelî bibînin, û binêrin ka Sakîne, Fîdan û Leyla mirine an na?"
Serokê Kongra Gel Remzî Kartal jî daxwaza ronîkirina komkujiyê kir û bang li Yekîtiya Ewrûpayê kir, ku PKKê ji lîsteya terorê derxe û wiha got: "Çawa tu lîstik, plan û konsept li dijî gelê Kurd neçûn serî wê ev jî neçin serî, dê gelê Kurd bi ser bikeve. Heke dixwazin Yekitiya Ewropayê û bi taybetî Fransa dixwazin di vê pêvajoya aştiyê de cih bigirin, bila vê bûyerê ronî bikin."
Mitîng bi axaftinên mêvanên ji sazî û rêxistinên biyanî berdewam kir. Tevî nunerên Kurdan gelek rêxistin û parlementerên Fransî jî amade bûn. Her wiha derdora 50 rêxistinên jin ên Fransî jî amade bûn û peyam dan. 

PARÎS




Li Hewlêrê protesto

Li Hewlerê 3 siyasetmedarên Kurd ên jin ku li Parîsê hatin qetilkirin bi meşekê hat şermezarkirin.
Endam û rêvberên saziyên sivîl ên civakî qetilkirina siyasetmedarên jin ên Kurd sazumankara PKK'ê Sakine Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fidan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez a li Parîsê bi meşekê şermezar kir. Rêxistina Jinên Azadixwazên Kurdistan (RJAK) û Meclisa Jinan a Îştarê ya Mexmûrê li Parkî Mînare kom bûn û meşek pêk anîn. Di meşê de endam û rêveberên RJAK, PÇDK, Hemwelatiyen Azad û Yeksan, Gencanî Welatparezen Kurdistan, KNK, BDP, Parti Zahmetkeşan, PYD, Meclisa Gel ê Rojava, Hizba Ayende, Rexistina Jinanî Candar, Rexistina Jinên Paw, YNKD û Partiya Rizgariya Kurdistan jî di navde bi hezaran welatî amade bûn. Girseya ku li Parkî Minare kom bûn, heta Sefareta Parisê ya li Hewlerê bi sloganên "Şehîd namirin", "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" meşiyan. Girse 100 metre beriya ku bigêjin sefaretxaneyê ji aliyê polisan ve hatin rawestandin.

Xwestina hesappirsinê

Girsê li vir daxuyanî da û qetilkirina Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan şermezar kir. Girsê di daxuyaniyê de anî ziman ku Kurd li hemberî vê qetilkirinê bêdeng naminin û wê hesapê vê yekê bipirsin.
Girse piştî demekê rawestiya rêveberên Sefaretxaneya Fransaye hevditina girsê qebûl kir. Li ser navê girsê heyeta ku ji 7 kesan pêk dihat çû li Sefaretxaneyê hevdîtin pêk anî. Piştî heyetê nîv saet hevdîtin pêk anî, li ser navê heyetê Perwin Hasan, daxuyanî da. Hasan, anî ziman ku wan der barê nasname û peyvira 3 siyasetmedarên Kurd de sefaret agahdar kirine û xwestine ku bi lezgîn vê bûyerê ronî bikin û hesap bipirsin. Hasan, da zanîn ku rayedarên sefaretxaneyê jî anîne ziman ku bi vê bûyerê xemgîn bûne û dê li ser mijarê rawestin."
Girsê piştî çeleng danî ber sefaretxaneya firansayê belav bû. 

DÎHA/HEWLÊR