Komîteyê destnîşan kir ku pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk a di 21’ê Adarê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, qonaxa xwe ya yekemîn temam kiriye û wiha pêde çû: “Pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji gelê Kurdistanê, hêzên herêmî û navneteweyî û raya giştî ya demokratîk ve bi pêwendiyeke mezin tê destekirin. Ji ber ku pêkhatina aştiyê ya li Tirkiyeyê, di serî de li Rojhilata Navîn dê xizmetê ji aştiya gerdûnê ya navneteweyî re bike. Bi vê bîr û baweriyê, di serî de başûrê Kurdistanê tevahiya gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, ji bo serxistina vê pêvajoyê bûye yek deng û yek dil. Pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk a giyana yekitiyê ya navbera Kurdan xurt kir, di heman demê de ji bo lidarketina kongreya yekitiya neteweyî ya dîrokî, bingeheke bi hêz afirandiye.”
Şert û mercên Ocalan
Em li cem gelê xwe ne
Komîteya Amadekar êrîşên li dijî gelê rojavayê Kurdistanê jî şermerzar kir û peyam wiha berdewam kir: “Gelê me yê Rojava ku her tim jiyaneke yekitî, aştî û demokratîk a bi gelan re ji xwe re esas girtiye, di mehên dawî de rastî êrîşên dijwar tê. Wekî Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd em van êrîşan şermezar dikin û diyar dikin ku di her şert û mercî de em li cem gelê xwe ne.” Di peyamê de herî dawî bal hat kişandin ser pevçûnên li Rojava û gelemperiya Rojhilata Navîn û peyam bi van hevokan bi dawî bû: “Em hêvîdar in û dixwazin, 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji aştiya gelên Kurdistanê re şahidiyê bike û bibe wesîle ji aştiya li Rojhilata Navîn re. Bi vê bîr û baweriyê, 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li tevahiya gelên bi giyana aştiyê pîroz be.”
DÎHA/HEWLÊR