Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Şaxê Rojava (KNK- Rojava) xebatên xwe yên bi armanca yekîtiya Kurdan didomîne. Ji bo parastina destkeftiyên Kurd Kongra Neteweyî hewildanên xwe dewam dike. Bi vê armancê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Şaxê Rojava bi aliyan re hat cem hev û li ser tifaq û hevgirtinê peyivîn. Li gorî rêveberên KNK‘ê însyatîfa wan ji sedî 90 bi eleqeyeke mezin a gel, sazî û rêxistinên siyasî, sivîl û civakî hate pêşwazîkirin. Partiyên Kurdî yên nava însyatîfa KNK-Rojava di 18‘ê Tîrmehê de ji bo amadekariyên konferansê ku tê payîn di demên pêş de were lidarxistin, reşnivîsek hazir kir.

Şertê pêşî yekîtiya Kurd e

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed ku endamekî berê yê ENKS‘ê bû wiha qala çawaniya yekîtiya neteweyî dike; “Hinek hêz hewl didan siyasetên xwe derbasî herêmê bikin. Bi taybet hin partiyên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê. Em vegerin ferqa di navbera însyatîfa KNK-Rojava û herdu lihevkirinên berê (Desteya Bilind a Kurd û Lihevkirina Dihokê) de. Însyatîfa KNK’ê ne tenê partiyên Kurdî di nav xwe de dihewîne, lê belê hemû rêxistin, yekîtî, sendîqe û saziyên Kurdî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav xwe de kom dike. Her wiha ti şertên wê yên pêşîn ên ji bo yekîtiya Kurdî nînin. Însyatîfa KNK ne ji derveyî Rojava destpê kir, di 1‘ê Çileya 2019‘an de li bajarê Qamişlo di civîna ji aliyê Însyatîfa Rêveber a Rêveberiya KNK- Rojava ve hate lidarxistin de, dest pê kir. Civîn bi armanca nîqaşkirina rêbazên peydakirina çareseriyên ji bo yekrêziya Kurdî hate lidarxistin.”

EKREM BEREKAT / ANHA/QAMIŞLO