
Li navendên Ewropayê pêr di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de, Kurd xwedî li qenalên xwe yên televîzyonê derketin, ku dewleta Tirk û Eutelsat zextê li wan dikin.
HÎLDESHEÎM: Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, bi wesîleya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyek hate dayîn. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), li ber avahiya rojnameya Allgemeîne Zeîtûngê belavoka NAV-DEM’ê xwend. Piştre Hevseroka NCDK Hîldesheîmê Hayat Donma axivî û got, “Em dixwazin bersivekê bidin dewleta Tirk; bi taybetî Recep Tayyîp Erdogan nikare me kor û bêdeng bike! Em ê serî netewînin, heta ku em li pişt Serok Apo bin, heta ku Serok Apo li pişt me be, em ê serî netewînin.”
SALZGÎTTER: Li bajarê Salzgîtter ê Elmanyayê jî, Kurd xwedî li televîzyonên xwe derketin. Li ber avahiya rojnameya Salzgîtter Zeîtûngê Sasmîra Kalkan belavoka NAV-DEM’ê xwend. Ji Komîsyona Jinê ya Salzgîtterê Hakîme Yoûsef jî li çalakiyê axivî û destnîşan kir, bi zext û êrîşan kes nikare bi Kurdan.
MANTES LA JOLIE: Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Mantes La Jolîeyê ya herêma Normandiyayê biryara girtina televîzyonên Kurdan a bi fermana Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirk (RTUK) hate protestokirin. Kurdistaniyên li pêşiya Gara Mantes La Jolîeyê kom bûn dovîzên li ser têkiliya qirêj a dewleta Tirk û Eûtelsatê hildan û dirûşmên “Erdoganên dîktator, Eûtelsat jî hevkarî wî ye” berz kirin. Li pêşiya Şaredariya Mantes La Jolieyê li ser biryara girtina Stêrk Tv, Ronahî Tv û News Channelê daxuyaniya bi Frensî hat xwendin û bang hate kirin ku divê gelê Kurd li her derê xwedî li televîzyonên xwe derkeve.
KOLN: Piştî biryara Eûtelsatê ya ku dixwaze weşana televîzyonên Kurdan bigire, Eûtelsat li Kolnê bi çalakiya kon tê protestokirin. Çalakî wê her roj saet di navbera 12.00-19.00’an de li pêşiya Dom HBF’ê were lidarxistin. Çalakiya kon bi daxuyaniya çapemeniyê hate destpêkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ya ku bi Elmanî, Kurdî û Tirkî hate xwendin, hat diyarkirin ku weşana nêzî 150 televîzyon û radyoyan hatiye qutkirin, gelek rojname û kovar û malper hatine girtin û bi ser de jî Eûtelsat a ku hevkariya hikumeta Tirkan dike weşana Med Nûçeyê jî reş kiribû.

KÖLN
NAVENDA NÛÇEYAN