Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê berxwedana gel a li hember zilm û qedexebûna dewletê di roja 6’emîn de didome. Gelê taxa Abdulkadîrpaşa yên ku bi rojane li hember zilmê li berxwe didin, bi meş, erbane û stran û dengên derxistin berxwedana xwe mezin dikin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê gel li hember qedexebûn û zilma dewletê bi şev û roj li ser piyan e. Her çiqas “qedexebûna derketina kolanan” di roja 6’an de bidome jî berxwedana gel û xwe parastina wî li hember êrîşên polîsan, qedexeyê pûç dike. Polîsên ku bi tang û topan êrîşî Nisêbînê dikin, doh bi şev jî êrîşên xwe dewam kirin. Ji bo gel rewşa awarte û êrîşan şermezar bike, li seranserê Nisêbînê çalakiya deng derxistinê û di nav kolanên de meşan pêk tînin. 


Berxwedana rengîn

Li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Dîcle, Yenîşehîr, Kişla û Zeynel Abidîn ên ku ev bi rojan e ku hedefa êrîşên polîsan in, danê êvarê gel derket kolanan û heta serê sibê parastina taxên xwe kir. Li taxa Abdulkadîrpaşa gel ji bo serê kolanên xwe vala nehêle, bi tîlîlî, dirûşme û gotina stranan berxwedana xwe mezin kir. Gelek welatiyên taxê kom bûn û pêşî li ber erbanê stran gotin û piştre di nav kolanên taxê de meş li darxistin. Meş rastî piştgiriya welatiyên taxê yên din jî hat. 

Li taxa Yenîşehîr û Dîcle jî gel bi biryardariyeke mezin berxwedana xwe domand û bi hoperlaran banga xwedî derketina li taxan hat kirin û stran hatin guhdarîkirin. 


Maşîna polîsan şewitî 

Her wiha hate zanîn ku li taxa 8 Martê polêsan bi bombeyên gazê êrîşî ciwanên ku êrîş şermezar dikirin, kir. Ciwanan jî bi molotofkokteylan, fişekên hewayî û keviran bersiv da êrîşên polîsan. Di encama bersivdayîna ciwanan de maşîna zirxî ya akrep ji ber molotafan ji derve ve hate şewitandin û pişt re jî neçar ma ku ji taxê derkeve. 

Li taxa Firat û li seranserî Nisêbînê doh dengên çekên giran jî heta serê sibehê hate bihîstin. 


Guleyên topê li malekê ketin

Ev bû 6 roj li taxên Firat û Abdulkadîrpaşa av û elektrîk ji ser gel hatiye birrîn û ev bi rojan e ku pêdiviyên sereke nehatine temînkirin.

Polîsên ku nikarin têkevin taxên Nisêbînê guleyên topan davêjin nava taxan. 2 guleyên topê li mala Mecît Çelîk ê ku li taxa Abdulkadîrpaşayê ye, ketin. Li malê kuştî û birîndar çênebûn lê li malê şewat derket.

Êrîşên polîsan li taxên Firat û Abdulkadîrpaşayê didome û hat ragihandin ku polîs ji wesayîtên zirxî malên li kolana Şîrînê gulebaran dike. Ji ber gulebarana leşkeran li malekê şewat derket. Welatiyên derdorê bi derfetên xwe şewat vemirandin. 

Her wiha li taxa Yenîturanê jî şevê din di encama êrîşa polîsan de zarokê 17 salî Abdullah Ak ji hêla tîmên taybet ve hat binçavkirin. 


Nahêlin heyeta Ewropayê bikeve Nisêbînê


Ji bo piştevaniya berxwedana gelê Nisêbînê heyeta ku di navê de parlamenterên HDP’ê jî hene, li ketina Nisêbînê ji hêla tîmên taybet ve hatine rawestandin. Her wiha heyeta ji Ewropayê hatiye di navê de parlamenter, doktor, rojnameger û akademîsyen  ji 26 kesên pêk tê, li têketina Nisêbînê tên rawestandin. Heyet 10 km nêzî Nisêbînê ji hêla leşker û polîsan ve hatiye rawestandin. Heyeta ku parlamenterên HDP’ê Mîthat Sancar û Alî Atalan jî di navê de ne, nêzî navenda Nisêbînê tê rawestandin û xwestin wan bibin cem heyeta Ewropayê. Heyeta ku hewl da heyeta Ewropayê bi xwe re bibin ji hêla polîsan ve hatin astengkirin û li ser vê yekê Parlamenter Sancar bi meşê ber bi navenda navçeyê ve dest bi meşê kir.