´Gule berdan pêvajoyê´
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî diyar kir ku dewletê bi komkujiya li Geverê re nêrîna xwe ya li Kurdan careke din nîşan daye û got, "Komkujiya li Geverê komkujiyek yekser ji aliyê hêzên dewletê, polîs û faşîzma dewletê ve hatiye kirin. Her kesên alîgirên demokrasî û mirovahiyê, divê bêdeng nemîne. Guleyên li Geverê li 2 ciwanan ketine, di heman demê de li pêvajoya aştî û çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ketine. Li bedenên şehîdên me şopa fîşekên pêvajoya aştiyê hene." Uçer got, Xwînsarî nayê wateya bêdengiyê, têkoşîna xwe bilind bikin û bersiva pêwîst bidin'. Em ji vê derê bang li hikûmetê dikin. Qeymeqamê Geverê û berpirsyarên din tavilê ji wezîfeyê bigirin. Naxwe hûnê bibin berpirsyarên vê komkujiyê. Piştî daxuyaniyê girseya gel bi dirûşman ber bi avahiya BDP'ê ya Bajêr ve meşiya û piştre belav bû. Çalakiyeke din jî li Agiriyê pêk hat. Çalakî ji aliyê rêxistina BDPê ya bajêr ve hate lidarxistin. Girseya gel ji ber avahiya BDPê heta ber mizgefta li navendê meşiya. Girseyê bê navber sloganên ku êrişkdarên li Geverê şermezar dike qêriya. Gelê Kurd bi heman armancê li gelek deveran kuştina du kesan ya li Geverê şermezarkir. Li navçeyên Cizîrê û Hezexê yên Şirnexê, li navçeya Farqînê ya Amedê û gelek deverên din bi hezaran kes bi hildana pankart û wêneyên Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr yîn li Geverê hatin kuştin meşiya.
DÎHA/AMED