
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), gel û gerîla bi hev re Newroz pîroz kir.
Pîrozbahiya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve hat organîzekirin û bi sedan kes tevlî bûn. Pîrozbahiyê bi merasîmeke leşkerî dest pê kir. Di merasîmê de Fermandarê Hêzên Giştî yên Gerîla yên li Mexmûr-Kerkûkê Bawer Serhat, Fermandara Hêzên YJA Starê yên li Mexmûrê Raperîn Gabar û fermandarên gerîla Selîm Zîlan, Şahîn Amed û Nûxeyla Sîwereg amade bûn.
Fermandar Bawer Serhat got, "Beriya her tiştî em vê roja berxwedanê li Rêber Apo, gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û hemû gel û hevrêyên me yên li vir amade ne, pîroz dikin. Ev berxwedana ku di hemû serdemên dîrokê de dewam kir, îro hê mezintir dibe."
Serhat axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: "Em berxwedana li dijî Dehaqan mezin bikin û azadiyê misoger bikin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin da ku li dijî zilmê li ber xwe bidin."
Piştî merasîma leşkerî agirê Newrozê hat dadan û dûre bernameya Newrozê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de gerîla hunera xwe ya şano, stran û govendê pêşkêş kir. Di dawiya pîrozbahiyê de gel û gerîla bi hev re govend gerand.
MEXMUR