
Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûrî, Mihyedîn Şêx Elî li ser gefxwarinên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê got, “Welatiyên Efrînê amade ne ku berevaniyê di ber bajarê xwe de bikin. Bi yek rêzê li gel hêzên xwe yên parastinê YPG/YPJ ne.”
Li ser mijara çareserbûna krîza Sûriyê, Mihyedîn Şêx Elî bal kişand ser pozîsyona neerênî ya Tirkiyeyê û got, “Ev kiryarên Tirkiyê di bin sîwana peywendiyên wê yên Rûsî û Îranî de tên kirin û ev yek bi xwe kelemeke mezin e di rêya sazkirina çareseriya siyasî ji Sûriyê re.”
Ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Îmad Talatî bi Mihyedîn Şêx Elî re peyivî û em mijarên sereke yên di hevpeyvînê de derketî pêş bi xwînerên xwe re parve dikin.
Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûrî, Mihyedîn Şêx Elî, bi bîr xist ku aliyên di pirsgirêka Sûriyê de gihiştine wê baweriyê ku pêwîstî bi çareseriyê heye û got, metirsiya ku takekes û komîn tundraw bi êrişan hewldanên ji bo çareseriyê xira bikin.
Tirkiye metirsiyan diafirîne
Ji bo peywendiyên Rûsya-Îran-Tirkiyê jî Şêx Elî got, “Em nikarin bibêjin ku her sê welat di hevpeymanekê de ne, derbasbûyîna Tirkiyêyê, ya xumxumî, bo gundewarê bakurê Idlibê û rola wê ya çavlirê, metirsiyên mezin diafirînin. Nexasim ku Tirkiyê hewl dide da serketinekê di ware meydanî de bi dest bixe, bi rêya girêdana hêzên xwe yên eskerî bi odeyên operasyonan ên li Izaz û Cerablusê, armanc ji vê yekê jî ew e ku amade be ji bo pêkanîna êrîşan li dijî Efrîn û têketinên bajarê Helebê, dema ku bixwaze. Di heman demê de jî, têkiliyên Tirkî bi El-Nusra û hemû şaxên El-Qaîdayê û Ixwan El-Muslimîn re, li gundewarê Idlibê, xurt dibin, û wisa bandora wê li ser erdê bihêztir dibe.
Ev kiryarên Tirkiyê di bin sîwana peywendiyên wê yên Rûsî û Îranî de têne kirin, û ev yek bixwe kelemeke mezin e di rêya sazkirina çareseriya siyasî ji Sûriyê re.”
Tehlûke heye, nabe bê paşguhkirin
Li ser metirsiya ji bo Efrînê jî Mihyedîn Şêx Xelîl got nabe bête paşguhkirin û wiha peyivî: “Saziyên girêdayî AKPê û MHPê di hundirê Tirkiyêyê de arandineke balkêş dikin, bi armanca komkirina nihêrînan bo pêkanîna êrişan li dijî Efrînê. Tu dibêjî qey dorpêçkirina hetîketî û krîz ên Tirkiyeyê bi lêdana Efrînê têtin çareserkirin! Ev yek li gorî daxwaza hêzên kevneperest li Enqerayê tê. Ji lew re miletê Efrînê di bendewariyekê de ye, bêyî ku matmayî yan jî bi tirs bin. Welatiyên Efrînê amade ne ku berevaniyê di ber bajarê xwe de bikin, bi yek rêzê li gel hêzên xwe ne, ew hêzên pispor, YPGêYPJ’ê.”
Şerê li dijî QSDê ne berjewendiya rejîmê ye
Li ser şer û aloziya muhtemel a di navbera hêzên QSD û rejîmê de jî Şêx Elî got, „Ne ji berjewendiya rêjîmê ye ku şerekî li dijî QSD’ê, yan jî Kurdan, bike, lewma, em dibînin ku ti şer di navbera wan de naqewimin. Rast e, daxuyaniyên li ser zimanê hin berpirsên rêjîmê berevajiyê vê ne.
Hilbijartin bi ser ketin
Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûrî, Mihyedîn Şêx Elî Hilbijartinên meclîsên herêmî û cihî yên 1´ê Kanûnê weke dana der a vîna pirraniya miletan li Bakurê Sûriyê bi nav kir û got, “Rêzgirtina li encamên hilbijartinan erk e. Bi giştî, ew serketî bûn, çimkî ew gaveke girîng bû li ser rêya sazkirina hişmendiya hilbijartinê, her wiha vebijarka nenavendiyê û projeya federaliyê anî rojevê.
Çi dengên ku bi boykota hilbijartinan bang dikirin, yan jî dixwestin bi çi awayî bêrêzî û pîşpêkirinê bi wan bikin, helbet û xwedanê asoyeke teng in û bixwe têkçûyî ne.”
Mihyedîn Şêx Elî da zanîn ku beşdarbûna wan a nav sîstema federaliya demokratîk wê dewam bike, û li ser beşdariya hilbijartinan jî got, “Partiya me di lîsteya Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (HEVBENDÎ) de beşdar bû. Em tiştekî veşartî nabêjin, dema em dibêjin ku hevalên me hewldanên mezin bo zêdekirina dengan nekirin, çimkî armanca me tenê serketina hilbijartinan bû, û wisa çê bû.”
NAVENDA NÛÇEYAN