Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê qedexekirina Meşa Amarayê ya ku wê di 4’ê Nîsanê de ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin daxuyaniyek da. KCK’ê banga beşdarbûna meşê li gelê Kurdistanê kir û got; “Divê Riha bêdeng nemîne û rola xwe bileyîze.” KCK´ê ji bo mitînga li Strasbourgê jî banga tevlîbûnê kir.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya da de ji bo Meşa Amarayê ya ku dê di 4’ê Nîsanê de bê lidarxistin banga beşdarbûnê li hemû gelê Kurdistanê kir. KCK’ê ji bo rojbûna Ocalan jî got; “63’emîn Rojbûna afirênerê nirxên me û yê ku di rêya azadkirin û bidestxistina hişmendiya nasnameya gelê me de herî zêde ked daye, Rêber Tevgera Azadiyê Serok Apo li rêbertiya me û hemû gelê me pîroz bibe.” Di daxuyaniyê de KCK´ê Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag ku di sala 2009´an de li di Meşa Amarayê de jiyana xwe ji dest dabûn jî bibîranî.

´Biryara qedexekirinê dijminahî ye´
KCK´ê li dijî biryara qedexekirina Meşa Amarayê nerazîbûn nîşan da û ev weke pêkanîneke faşîzmê bi nav kir û weha got: "Ev polîtîka û ev biryar polîtîkayeke tam a pêkanînên mêtîngerî-faşîzmê ye, li hemberî vîn û xwesteka gel serî li rêbaz polîtîkayê tundiyê didin; Ev yek bi aşkereyî li hemberî Rêber Apo û gelê me dijminahiyek e."

Gel wê qedexeyê nas neke
KCK diyar kir ku bi biryara qedexekirinê hikûmeta AKPê dixwaze vîna gel bişkîne û tola pîrozbahiyên Newrozê bistîne. KCK´ê anî ziman ku gelê Kurd ku di Newrozê de qedexeya dewletê nas nekir wê vê qedexeyê jî nas neke û weha got: "Divê hemû gelê me yê welatparêz û hemû sazî û rêxistinên demokratîk rê nedin vê feraseta ceberut a li Kurdistanê xwe dispêre zordarî, tundî û bi zorê perçiqandina gelê Kurdistanê. Gelê me wê paş ve gav neavêje. Dîsa, divê hemû alî û derdorên aşitî û yekitiya gelan dixwazin li hemberî van pêkanînên faşîst ên AKP’ê rabin."

Îdamkirina roj bi roj
KCK´ê di daxuyaniyê de bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û anî ziman ku bi van rêbazan îdamkirinê roj bi roj pêk tînin. Di daxuyaniyê de li ser vê mijarê weha hat gotin: " Dewleta Tirk dixwaze bi sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê û polîtîkaya tecrîda girankirî ya ku tu derên cîhanê weke wê nehatiye dîtin, Serokatiya me roj bi roj tune bike. Ev helwesta helwesta taybet a mêtîngeriya Tirk e. Ji ber wê jî, Hikûmeta AKP’ê dixwaze bi temamî Rêberê Gelê Kurd bê bandor bike û di dawiyê de tune bike. Li hemberî vê yekê gelê me rojbûna Rêberê xwe pîroz dike, lê hikûmeta AKP’ê dixwaze bi qedexekirinê bandora wê ji holê rabike.

Ji bo Meşa Amarayê banga tevlîbûnê
KCKê di daxuyaniyê de di gelê Kurd xwest ku li dijî polîtîkaya tecrîdê û zilma tê meşandin dengê li her derî dengê xwe bilind bike û tevlî çalakiyên 4´ê Nîsanê bibe. Daxuyanî weha dewam dike: "Baş tê zanîn ku nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hemberî hemû gelê Kurdistanê ye. Li hemberî vê jî kadro û gelê me yê fedekar li Strasbourg û deverên din di çarçoveya pêngava “Êdî bes e” de li her derê bi grevên birçîbûnê dengê xwe bilind dikin. Li hemberî van polîtîkayan divê gele me bi wêrekî û fidakarane tevli Meşa Amarayê ya 4’ê Nîsanê bibe. Bi vî rengî gelê me wê nîşan bide ku hewldanên tarîkirina pêşeroja kurdan red dike. Li ser vê esasê em bang li hemu kurdan dikin ku li meşa Amarayê ya 63’emîn rojbûna Rêber Apo bibin.
Di daxuyaniyê de KCK´ê ji xelkê Rihayê jî xwest ku li hemberî vê helwesta qedexekar ya hikûmeta AKP´ê helwestê nîşan bide û weha got: "Bi zelalî li holeyê ku AKP kurdayetiya li Rihayê biçûk dibîne û destûr nade tu kes ji derva were. Bi vi awayî dixwaze Rihayê di bin kontrole de bihêle. Lazime li hemberî vê polîtîkaya kirêt û gemar a AKP’ê, hemû kurdên welatparêz û ên dibêjin em kurdin bertekên xwe bînin ziman û xwedî li Rêberê Mezin Serok Apo derkevin. "

Ji bo mîtînga Strasbourgê bang
KCK´ê di daxuyaniyê de ji bo mîtînga ku di 4´ê Nîsanê de li Strasbourgê, li pêşiya Konseya Ewrûpayê pêk were jî bang kir. KCK´ê ji gelê kurd xwest ku xwedî li çalakvanên greva birçîbûnê û daxwazên wan derbikevin. Di dawiya daxuyaniyê de weha hat gotin: "Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku ew jî tevli mitînga 4’ê Nîsanê ya li Strasbourgê bibin. Ev mitîng ji bo peyam bide qada navnetewî gelek girîng e. Peyama kurdan ya di 4’ê Nîsanê de hem ji aliyê netewî hem jî aliyê navnetewî de wê bibe peyamek gelek girîng. "

ANF/BEHDÎNAN 




YJA ji bo meşê bang kir


Yekitiya Jinên Azad (YJA), 63’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ji bo Meşa Amarayê banga tevlîbûnê kir.
Rêxistina Jinan YJA, der barê Meşa Amarayê û Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniya nivîskî da û li dijî qedexeya Wezareta Karê Hundir a Tirkiyeyê a ji bo meşê nerazîbûn nîşan da. YJA´yê got: "Bi qedexekirinê nikarin meşa azadiyê asteng bikin."
YJA’yê diyar kir ku Ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinan û gelan pêşengî kiriye . YJA´yê di daxuyaniyê de 4’ê Nîsanê, Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke “rojbûna jina Kurd bi nav kir û got; “Tu dîwar nikarin bikevin navbera me, em hemû kulîlkên bihara dilê xwe ji ji Rêber Apo re dişînin. Em bi hezkiirin û rêzdarî dayîka Uweyş bi bîr tînin.”
YJA, bi bîr xist ku wê weke her salê 4’ê Nîsanê li cihê ku Ocalan lê ji dayîk bûye, li gundê Amarayê bê pîrozkirin û got; “AKP’ya ku tehemûl nake ku Rêbertiya me ji aliyê girseyên mezin ên jin û gel ve bê pêşwazîkirin, di her demê de dest bi êrişan kiriye. Ji bo astengkirina meşa îsal, biryara qedexekirinê hatiye dayîn. AKP dibêje qey ew ê bi qedexeyan meşa azadiyê asteng bike. Lê nikare meşa azadiyê ya bi biryar a van mirovan rawestîne. Mînaka vê ya herî baş di Newrozên li Amed û Stenbolê de hate dîtin. Gelê me wê bi rihê Newrozê bikeve ser rêya Amarayê.
YJA’yê banga xurtkirina berxwedanê kir û got; “Roja 4’ê Nîsanê, roja xurtkirina têkoşîna azadiyê ye. Li ser vî esasî, di serî de li jinên Kurd û em bang li hemû gelê kurd dikin ku li derdora Rêbertiyê bigihêjin hev û berxwedana Meşa Amarayê xurt bikin.”