Lê Gelê Amedê bertek nîşanî vê qedekirinê da û diyar kirin ku ew ê di vê Newrozê de "cilên gerîla" li xwe bikin û bi vî awayî tevlî pîrozbahiyê bibin. Xwediyê dirûnxaneyan diyar kirin ku îsal zêdetir daxwaza gel ji bo şal û şapikan heye.


'Wê bi cilên gerîla bersiv bidin!'

Firoşkara cil û bergên kurdî Nuray Ektî diyar kir ku bi nêzîkbûna Newrozê re eleqeya ji bo cil û bergên kurdî zêde bûye û wiha got: "Bi nêzîkbûna Newrozê re daxwaza gel a ji bo şal û şapik jî zêde bûye. Ne tenê li Amedê ji gelek bajarên din û derveyî welat daxwaza cil û bergan ji me dikin." Ektî anî ziman ku bi taybetî piştî şal û şapik hat qedexekirin baldariya gel a ji bo şal û şapik zêdetir bû û wiha pêde çû: " Gel bi lixwedkirina cilên gerîla bertek nîşanî qedexekirina hikûmetê didin. Welatiyên ku tên vir dibêjin em ê îsal bi cilên gerîla yên hatine qedexekirinî dakevin qadê.

Xwediyê dirûnaxane û firoşkarê şal û şapik Ceng Ektî jî got ku ew bi salan e şal û şapik difroşin û ev tişt anî ziman: “Îsal daxwaza gel ji salên borî zêdetir e. Di nava hefteyekê de me zêdetirî 400 dest şal û şapik firotin. Yên niha di destên me e mae jî di nava 2 rojan de dê biqedin." Nezahat Denîz jî anî ziman ji ber zêde daxwazî heye ew pê re nagihêjin û wiha got: "Ji hemû temenan daxwaza şal û şapik heye. Kumaşê di destê me de li ber qedandinê ye."


  KADRÎ OZKAN/DÎHA/AMED