Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li rojavayê Kurdistanê bi berxwedanên li Serêkaniyê, Tiltemir û Efrînê karîbû erkên xwe yên parastin û ewlehiya herêmên Kurdan bicîh bîne. Li kêleka (YPG), hêza Asayişê jî avabû ku erka ewlekariya gund û bajarên Kurdan û her wiha taxên Kurd lê dijîn li bajarên mîna Heleb û Minbicê hilgire ser milê xwe.

Nûçegihanê ANHA’yê serî li navenda Asayişa bajarê Minbicê da û bi rêvebiran re di derbarê kar û barên Asayişê de hevdîtin pêk anîn.
Ehmed Reşo endamê rêvebiriya Asayişê li bajêr axivî û wiha got: "Em welatiyên bajêr diparêzin, em ewlekarî û aramiyê pêktînin, her wiha em pirsgirêk û arîşeyên rojane jî çareser dikin."
Asayişa bajarê Minbicê li taxên bajêr bendên kontrolê datîne, û çavdêriya liv û kesên biguman dike. Di demên dawî de Asayişa bajarê Minbicê gelek kesên ku pereyên sexte li bajêr digerandin û gelek diz jî girtin.Bajarê Minbicê li rojhilatê bajarê Helebê ye, ji gelek pêkhateyan nêzî 200 hezar mirov lê dijî. 

MİNBİC