Di semînerê de nivîskar û lêkolîner Ahmed Balayî ku nû ji serdana Başûr vegeriya çavdêriyên xwe wek gotarekê pêşkêşî civatê kir. Balayî herwisa li ser babeta ku îhtimala destwerdana Tirkiyeyê ya Çiyayên Qendîlê jî got ku ev îhtimal her dem heye, lê gerîla û gelê Başûr dê bi gul û nêrgisan ve li benda leşkerên Tirk nebin.
Di semînera li navenda Civata Rewşenbîrên Azad de desteyek nivîskar, rewşenbîr û guhdar jî amade bûn. Nivîskar û lêkolîner Ahmed Balayî çavdêriyên xwe yên ji başûrê Kurdistanê wiha vegotin: “Ya rastî nûke kolanên Başûr gelek mandû, bêtaqet û ji hev de ketî ne. Niha di bin barekî gelekî giran de ye. Bi taybetî jî rewşa aborî gelek nebaş e. Rewşa Başûr ji xelaya sala 1992 an jî xerabtir e. Li kolanan rastî kesên ku kurê wî ji aliyê DAÎŞ ê ve hatî serjêkirin hatim, di mala wî de nan nebû bixwe. Li aliyê din jî bi milyaran bazirganî li dar e. Her tişt di destê kes û kar û mesûlên hizban de ne. Pêşmerge fedakar e, qurbanî dide lê li aliyê din gustîlk û bazinên jina xwe difiroşe da ku pê îdara xwe bike.
Ragihandin tev de hizbî ne
Li dewsa ku ragihandin bibe hêzeke ji hêzên sereke yên demokrasiyê mixabin niha ragihandin tev de aidê hizban in. Me parlamen nemaye, dam û dezgehên hukimî yên serîlêdanê bi berdewamî nemane, bêserûberiyek li dar e, saet yazdeh dest bi kar dikin û saet yek jî diçine malên xwe. Gel reşbîn bûye. Eger derfet hebe, ne tenê jar û feqîr yên xwedî mal û milk û seyare jî dê bifiroşin û ji Kurdistanê derkekin. Pirsgirêk tev de bi hizban ve girêdayî ne û kesê ku cesaret bike vana bîne ziman jî nine.
Amadekariyên êrîşa Qendîlê yên Tirkiyeyê
Ne tenê Tirkiye her wisa Îran û Irak jî nekarîne Qendîl zeft bikin. Baş e, em bêjin te Qendîl girt, nexwe tu yê çi li Metîna, Gare, Zagros, Korek, Kurox, Zozik, Hindirîn heta Laleş û çiyayên li pişt Duhokê PKK hene. Erdogan serdema dînîtî û kerîtiya Seddamî de dijî.’
Balayî her wisa got ku dê gelê Başûr dijminan bi gul û nêrgisan pêwazî neke, wezîfeya xwe ya dîrokî pêkbîne û rê nede dijminan.
Nerînên rewşenbîran
Di semînerê de her wisa beşdaran jî li ser babeta amadekariyên êrîşa Qendîlê bîrûboçûnên xwe gotin:
Sîpan Reş (Nûnerê KDP yê Berlînê): Ez bawer nakim ku Tirkiye gavekî wisa bavêje. Lê eger bike jî ev dê di navbera wan û hikûmeta Iraqê de pêkwere. Ez vê gavê pêwendiyên di navbera partî û hizbên Kurdî de pir baş dibînim. Îhtimala pevçûnekê hîç nadim.
Siyabend Hariky (YNK Berlîn): Dewleta Tirk dijmin e û li her derê Kurdistanê hebûna wê ne meşrû ye. Bila ji bîr neke ku ew li Başûr hêzeke dagirkeriyê ye û eger ber bi Qendîlê ve biçe, misoger wê bi berxwedaneke dîrokî ve bête pêşwqazîkirin. Gelê Başûr berika sor li ber lingên wan ranexistiye û dê gelek peşîman bibin.
Kurmanc Hariky (Berpirsê Civata Rewşenbîran): Ya herî girîng ew e ku Kurd şerê hev nekin. Gerîla di serdema xwe ya herî hêzdar de ye û tecrûbeyeke pir mezin wergirtiye. Gelê Başûr jî wek gelek caran çawa rê li tankên wan girtîn, wê ev car jî rê nedin dewleta Tirk a dijmina mirovahiyê.
Îbrahîm spîndarî (Komunîst): PKK ne tenê li Başûr e. Niha li sê parçeyên Kurdistanê desthilat e, li Başûr jî hêzeke girîng e û li gelek çeperan jî şer dike. Ew û pêşmerge di hembêza hev de şehît dikevin. Li gorî min êdî ew dem derbas bûye. Êrîşa li PKK ê li hemû Kurdan e û dê her Kurd li ser riya şerefê li dijî Tirkan li ber xwe bide.
Xenî Şahbaz (Kevne Pêşmerge): Temenê min di nav şer de derbas bû. Gelek caran Îran û Irakê heta car bi car Tirkan jî êrîşê me kirîn. Çu car nekarîn Qendîl û çiyayên din bi dest bixin. Hela niha zivistan e. Eger dînîtiyeke wisa bikin, tekes dê bi hezaran termên wan heta biharê di bin berfê de bimîne. Li aliyê din gerîla hêzeke serdest û serkeftî ye, min hîç fikar jê nîne.
YEKO ARDIL / BERLÎN