Li bajarên bajarên Elmanya, Fransa, Swêd, Danîmarka û welatên din ên Ewropayê çalakiyên şermezarkirina êrîşên hêzên AKP'ê yên li Kurdistanê û bi taybetî li Cizîrê berdewam dikin. Tê payin îro û sibe çalakî derkevin asta herî jor. 


HAMBÛRG: Kurdistaniyên li Hambûrgê dijîn, li ber avahiya qenalên televîzyonê yên ARD û NRD çalakiyek pêk anîn û bal kişandin ser rewşa li Cizîrê. Çalakgerên pankart vekirin û bêdengiya medya li Elmanyayê şermezar kirin, xwestin bi rayedarên televîzyonê re hevdîtinê bikin. Midûrê bernameyan a ARD'ê Frank Beckmann û pêşkêşvana bernameya Aktûell Tagesschaû ya ARD Chrîstîane Kogmann hatin cihê çalakiyê û li daxwazên çalakvanan guhdarî kirin. Rayedaran ji bo wergirtina agahiyan ji Kurdistanê têkilî xwestin û ji ber agahdarkirinê jî spasiyên xwe pêşkêş kirin. Rayedaran anîn ziman ku ew ê wezîfeya xwe bi cih bînin.


SAARBRUCKEN: Li bajarê Saarbruckenê jî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakvanên kefen li xwe kirin û xwe li erdê dirêj kirin, ji bo temsîla zaroka keç a 13 salî ya li Cizîrê hat qetilkirin û li sarincê hat bicihkirin, sarincek danîn meydanê.

Elmanan jî eleqeyeke xurt nîşanî çalakiya ku ji gelek saziyan destek girt, dan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê nûnerê Partiay Marksîst Lenînîst a Elman axivî û polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan rexne kir. Di daxuyaniya li ser navê NAV-DEM'ê hat dayîn de bal hat kişandin ser girîngiya pêvajoyê ji bo Kurdan û hat ragihandin ku divê Kurd li dijî polîtîkaya tinekirinê bi awayekî topyekûn li ber xwe bidin. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.


PARÎS: Li Parîsê Kurdistanî û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî li qadan bûn. Bi armanca şermezarkirina dorpêçiya li Cizîrê û êrîşên li gelek deveran li hemberî Kurdan tên kirin,  li ber Wezareta Karên Derve ya Fransayê çalakî hat lidarxistin.

Endamên CDK-F, Tevgera Jinên Kurd, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, ACTÎT, Bîr-Kar, Odak, Partîzan, MRAP û Partiya Komunîst a Fransayê, li Meydana Învalîdes a li ber Wezareta Karên Derve ya Fransayê civiyan. Di axaftina li ser navê CDK-F li çalakiyê hat girtin de rewşa hefteyeke dawî ya li Kurdistanê hat ragihandin. MRAP û Partiya Komunîst jî di çalakiyê de peyama xwe dan. 


STRASBOÛRG: Li Strasboûrgê jî Kurdistanî û hêzên demokrasiyê qenala televîzyonê ya France 3 dagir kirin. Bi pêşengiya TJK-E bi qasî 150 jin, li ber avahiya qenala France 3 civiyan. Jinan xwestin bi rayedaran re hevdîtinê bikin û komkujiya li Cizîrê bi rêya qenalên televîzyonê ji gelê Fransayê re ragihîne. Tevî êrîşa polîsan jî girseya gel bi berxwedna mezin çalakiya xwe dewam kir. Li hemberî biryardariya girseyê polîsan dest ji destwerdanê berdan û destûr dan ku çalakiya rûniştinê ji bo nîv saetê bê kirin. Piştî ku soz ji girseyê re hat dayîn di demeke guncaw de bi qenalê re hevdîtinê bike û dosyayê pêşkêş bike, çalakî bi dawî bû.


EVRY: Li Evry û Melûnê çalakiya xwedîderketina li berxwedana Cizîrê hat lidarxistin. Hevseroka KCD-F Cemîle Renklîçay, nûnerê Komeleya AKÎFT, li ser navê Meclîsa Jinê ya Şehîd Çîçek Botan Lamîa Seven û li ser navê Komuna Melûn Kadîr Taştan peyivîn. Di axaftinan de xwerêveberî hat silavkirin û hat destnîşankirin ku êrîşên qetlîamker û faşîst ên AKP'ê nikarin bi Kurdan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" "Şehîd Namirin" hatin qîrîn.


NORMANDÎE: Li herêma Normandîe ya Fransayê, komkujiyên faşîzma AKP'ê li Cizîrê li hemberî sivîlan dike, bi mîtîngekê hatin şermerzarkirin. Di mîtînga bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Les Mureaûx de Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Nûnerê Partiya Komujîst û MLKP'ê destek dan mîtîngê. Nûnerên saziyên di mîtîngê de amade bûn jî êrîşên faşîstane yên AKP'ê şermezar kirin. 


DREÛX: Li bajarê Fransa Dreûxê jî, komkujiya li Cizîrê ji aliyê Navenda Çanda Elewiyan a Dreûxê ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de êrîşên nîjadperestî hatin şermezarkirin û hat gotin, "Ji bo qesrê û desthilatdariyê, divê gel li hemberî hev ranebin. Pêwîste komkujiya li Cizîrê tavilê bi dawî bibe."


KOPENHAGEN: Kurdên li Danîmarkayê dijîn, bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd a Danîmarkayê, avêtin se mezintirîn qenala televîzyonê ya nûçeyan a Danîmarkayê TV2 News û nîv saetê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Çalakgeran di dema çalakiyê de bi rayedarên televîzyonê re hevdîtin kirin, der barê pêvajoya dawî de agahî dan û bêdengiya medya Danîmarkayê rexne kirin.  Piştî ku TV2 News soz da ku ew ê ji niha û pê ve bêhtir bi baldarî mijarê bişopînin, çalakî bi bêdengî bi dawî bû.

STOCKHOLM: Komek ji Kurdistaniyan a piraniya wan jin bû, li gara trenê ya paytexta Swêd Stokcholmê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê duh êvarê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê hatin şermezarkirin û ji raya giştî ya Swêdê hat xwestin, ku li hemberî barbarî û hovîtiya dewleta Tirk helwestê nîşan bide. Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsa "Terora dewleta Tirk bisekinînin", "Tirkiye zarokan qetil dike", "Zarokên me yên mirî di sarincan de tên ragirtin", "Kurdistan dişewite" û "Komkujiyan bisekinînin" vekirin. Kurdistanî piştî çalakiya xwe ya 2 saetan a li garê bi qîrîna dirûşmeyan hatin Meydana Sergelê. Li vir jî li ser êrîşên dewleta Tirk û girîngiya piştgiriya ji bo berxwedana Cizîrê axaftin hat kirin û çalakî bi dawî bû.


OREBRO: Bi sedan kesên li navenda bajarê Orebro civiyan dirûşmên "AKP DAIŞ e, DAIŞ AKP ye", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin" û "Bijî berxwedana me ya Cizîrê" qîriyan. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebro Ridvan Arvan li vir peyivî, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê kurteber kir. Rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebro her wiha ji bo ragihandina rewşa li Kurdistanê bi saziyên medya û siyasetmedarên li bajê re hevdîtin kirin. Bi vê armancê bi rayedarên Radyoya Dewletê ya Swêdê, Televîzyona Dewletê ya Swêdê û rojnameya herêmî Nerkez Allehanda hatin ziyaretkirin. Kurdistaniyan bi Midûrê Şaxê yê Şaredariya Orebro Bjorn Sûndîn re jî hevdîtin kirin û dosyayek li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê pêşkêş kirin.


BORLANGE: Li bajarê Borlange bi tevlîbûna bi sedan Kurdistaniyan re çalakiyek hat lidarxistin. Delegeyê Mêrdînê yê Kongreya Civaka Demokratîk û Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Şefîk Dûman, li vir çavdêriyên xwe vegot. Dûman bang li Hikûmeta Swêdê kir ku li hemberî polîtîkaya şer a dewleta Tirk derkeve û bang li Kurdistaniyên li Swêdê dijîn jî kir ku li dijî AKP'ê têbikoş in. Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî banga meşandina xebatê hat kirin.


FALÛN: Kurdistaniyên li bajarê Falûnê dijîn jî, mezintirîn qenala televîzyonê ya Swêdê TV4 û medya herêmî ziyaret kirin û der barê rewşda dawî ya li Kurdistanê de dosya pêşkêşî rayedaran kirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gevleborgê jî, bang li Kurdistaniyan kir ku rahêjin qûşxaneyên li mala xwe û beşdarî xwepêşandana 13'ê Îlonê saet di 14:00 a li navenda bajarê Gevleyê bibin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN




Li gelek bajaran çalakî pêk tên


NAV-DEM bi armanca xwedîderketina li berxwedana Cizîrê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyan lidar dixe û banga beşdariya girseyî li van çalakiyan dawiya hefteyê kir . Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo şikandina bêdengiya saziyên navneteweyî û bala raya giştî ya demokratîk bikişînin ser mijarê, ew ê ji 14'ê Îlonê roja Duşemê û pê ve li ber Parlamenta Federal û hemû parlamentên eyaletan tevî Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û pêkhateyen Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê dest bi çalakiya vedana kon bikin.NAV-DEM'ê bang li gelê Kurd, hemû hêzên demokrasiyê û alîgirên azadî û wekheviyê kir ku beşdarî van çalakiyan bibin:


12''ê Îlonê Roja Şemiyê 

Koln: Ebertplatz saet: 14.30

Bonn: Saet 16:00

Dusseldorf: Pêşiya HBF, saet: 14:00

Wuppertal: City Arkadan saet:14:00

Bielefeld: Pêşiya HBF, saet:14:00

Dortmund: Pêşiya HBF, saet: 15:00

Münster: Pêşiya HBF, saet: 15:00

Bremen: Pêşiya Parlamentê, saet: 13:00

Erfurt: Meydana Enger, saet:14:00

Dresden: Pragastr, saet: 16:00

Hamburg: Meşa li dijî nîjadperestiyê ya gelemperiya Elmanyayê wê li Jungfernstieg am Flaggenplatz, saet di 15:00 de destpê bike.

Hannover: Ernst August Platz, saet:15:00

Frankfurt: Kaiserstr. 1, Pêşiya Bahnhofê

Stuttgart: Pêşiya HBF, saet: 16:00

Freiburg: Li Kaiser Joseph str. saet di navbera 15:00 û 20:00 de wê bi pêşengiya tevgera jinan û tevgear ciwanan di 11-12'ê Îlonê de stand were vekirin.


19'ê Îlonê

Oldanburg: Pêşiya HBF, saet: 15:00

Her wiha wê li bajarên Berlin, Kiel, Hamburg, Bremen, Erfurt, Dresden, Dusseldorf, Frankfurt, Munchen, Stuttgart, Saarbruckenê kon bên vedan. n BERLÎN