Ez û hevalê xwe yê rojnamevan Heysem Muslum me berê xwe da gelê 43’in li ber xwe didin. Her dîmenekî wan rabûn û rûniştineke wan bi wate ye û çavkaniya jiyanê ye. Zarok di nava wê bahozê de naheyirin gelekî zû ji xwe re lîstok dîtine û dileyîzin, lîstok nebin jî bi axa xwe ya delalî dileyîzin. Jin a ku di her şert û mercî de dibe çavkaniya avakirina jiyanê di vê berxwedaniyê de jî li derdora xwe jiyan daye avakirin. Jin ji çolê qirşikan komdikin û bi wan qirşikan xwarin û nan dipijînin. Derdora mala xwe pak dihîlin û ji tinebûnê hebûnê didin avakirin lê belê li beramberî zehmetiyan bê çare neman. Jinên Kobanê hekîmê jiyanê bûn û dibûn dermanê hemû nesaxiyan. Wexta tu bi wan re daxive tu êşa wan a ji gundê xwe derketine ji nêzve hîsdike. Naxivin jî ji çavên wan tîpên dev ji gund û çanda xwe berdan çiqasî zehmete tê xwendin. Dayîkên ji ber bê aviyê nikarin li mêj bikin gelekî ji wan re zor tê, dayîkên ku dest û riwê zarokên wan li ber wê hewaya çolê diterikin nikarin tehemul bikin. Lê belê gotina wan a 'her tişt qurbanê Kobanê be' girêdan û qewîmbûna îrada wan dide diyarkirin.
Dayîka bi navê Xanim Alî temenê wê 55 salî ye gotina wê keça min çitonî, rindî ya gelekî li xweşiya min diçe her ku tu pêre sohbet dike behsa gundê xwe Tevşo yê dikeve başûrê Kobanê dike. Li wê çolê, di nava wê bagerê û di bin dengê fîşekan de kêlî, roj û salên li gund jiyankirine tê bîra wê. Her ku dengê gurmîniyekê tê wê dibêje 'ax gundê me talankirin û rûxandine' û pêre çavên wê tejî rondik dibin û weha gotinên xwe dewamdike ' dijminên gemar wê nikarbin min ji xaka min bidin dûrxistin û ezê li ser xaka xwe bimrim.' Pêre dizîvirê te û weha ji te dipirse ' qîzka min hûnê min li vir têxin erdê de?' bi vê pirsê dixwazê dilê xwe rehet bike eger rojekê bimrê jî bila di hembêza xaka wê de canê wê veşêrin.
Li wê çolê her çiqasî şert û merc zehmet bin lê belê dev ji sewalên xwe bernadin û xwedî dikin. Cî ji wan re çêkirine û bi wan re mijûldibin. Ango gelê Kobanê di van şert û mercan de jiyan avakirine.
Zarok perçekî vê jiyanê ne û rengê herî bedew û spehî ne. Çavê hemû zarokan mîna Ronîcan diberiqê û rûkeniyeke bedelî hemû dunyayê li ser lêvî wî ne. Ew zarok her ku te dibînin direvin derdora te û xwe ew qasî şêrîn dikin mirov hema dixwazê wan hembêz bike û ramosîne. Dest, rû û lingê wan li ber wê hewaya sar terikî ne, lê ew wêneyê wan jî îfadeya vê berxwedana dîrokî ye. Zarok jî bi rengê xwe wêneyekî vê berxwedaniyê ne. Mayîna wan li Kobanê û fêrbûna wan a van şert û mercan hêviyê jiyanê hîn zêdetir xurt dike. Gotina em dev ji Kobanê bernadin hêjayî hemû tiştî ye.
Ev 43 rojin gelê Kobanê yê berxwedêr ciyê xwe di nava berxwedaniyê de digirin. Herkes di nava liv û tevgerê de ye. Hinek ji wan ciyê xwe di çeperên pêşde digirin, hinek ji wan çeka wan li milê wane û li kolanan parastina bajar dikin û hinek ji wan jî bi hemû hewldana xwe jiyanê avadikin û moralê wan gelekî bilinde. Soza dev ji xaka xwe bernadin were xwestin emê heriya Kobanê bixwin û naçin agirê berxwedaniya Kobanê gurdike.


 NEHÎR PALE/KOBANÊ