Cenazeyê Serokê Giştî yê KADEP’ê û parlamenterê serbixweyê Amedê Şerafettîn Elçî ku ji ber nexweşiya pençeşerê jiyana xwe ji dest dabû bi balafirê ji Enqere birin Amedê. Elçî, ji aliyê girseyek mezin ve li Balefirgeha Amedê hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de Hevserokên Giştî yên KCD'ê, Aysel Tuğluk û Ahmet Turk, Parlamenterê BDP'ê Sirri Sakik, Adîl Kurt, Îdris Baluken, Emine Ayna, Nursel Aydogan, Altan Tan, Ertugrul Kurkçu û Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemir jî di nav de girseyek mezin amade bû.
Di pêşwazîkirine de pankartên "We di nava têkoşîna demokrasiyê de cih girt", "Gele me te ji bîr nake" û "Parlamenterê Amedê Şerafattin Elçî em te ji bîr nakin" vekirin. Di pêşwazikirine de sloganên "Şehîd namirin" hatin qîrîn.
Girseyê cenaze heta Kuruçeşme anîn û piştre bi karwaneke mezin ber bi Cizîrê ve bi rêkirin. Di karwanê cenaze de parlamenterên BDP'ê û KCD'ê jî amade bûn. Paşê cenazeyê Elçî ber Cizîrê ve bi rêkirin.
Ji bo merasîma cenazeyê li Cizîrê derebeyên dikanan nehatin vekirin. Li Cizîrê bi deh hezaran kes cenazeyê Elçî pêşwazî kir. Paşê girseyê bi meşekê cenazeyê wî bir goristanê. Tevî parlamenter, şaredar û rêveberên BDP´ê, gelek hunermend û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tevlî merasîma cenazeyê bûn. Cenazeyê Serokê Giştî yê KADEP’ê û parlamenterê serbixweyê Amedê Şerafettîn Elçî li gorîstanê bi sloganan û sozên têkoşînê hate veşartin.
ANF/AMED