Komkujiya li Rojava û venebûna Deriyê Sînor ê Sêmalka, li bajarokê Derbendixanê ya Silêmaniya başûrê Kurdistanê bi awayekî girseyî hat şermezarkirin. Di çalakiya bi pêşengiya PÇDK'ê de, ciwanên welatparêz, Partiya Goran, Partiya Sosyalîst, Partiya Komunîst, Sendîkaya Rojnamevanan û Partiya Îslamî beşdar bûn.

Meşê li ber Garaja Kevin a Derbendixanê destpê kir û pankartên bi nivîsa "Em berxwedana li Rojava silav dikin", "Ger êrîş dewam bikin, em ê jî bibin YPG" hatin hilgirtin. Bi sedan kesên beşdarî meşê bûn dirûşmên, "Bijî Berxwedana YPG'ê", "Başûr, Bakur, Rojhilat yek armanc û yek xebat" berzkirin û berxwedana YPG'ê silav kirin.
Hevseroka PÇDK'ê Necîbe Omer li vir axaftinek kir. Omer da xuyakirin ku destkevtiyên berxwedana li Rojava deskevtiyên tevahiya Kurdistanê ye û wiha got: "Serketina gelê Rojava wê bibe piştgiriya ji bo herêmên Xaneqîn, Kerkuk û Şengal ên xwedî pirsgirêk in. Serkatina li Rojava wê bibe destek ji bo demokratîkbûyîna hikûmeta herêmî. Wê bibe piştgirî ji bo pergaleke rast û demokratîk ava bibe ku gelê Kurd tê de bi awayekî azad bijî."

Qendîliyan berxwedana Rojava silav kirin

Komkujî û êrîşên çeteyên El Qaîdeyê yên li rojavayê Kurdistanê dimeşînin, li gundên Ênzê û Xubyan ên herêma Navdeşt a Qendîlê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Gundiyên Ênzê û Xubyan ên li binarên Qendîlê, ji komkujiya li dijî gelê Kurd ê li rojavayê Kurdistanê şermezar bikin, bi pêşengiya Tevgera Welatiyên Azad û Yeksan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Endamê Tevgera Welatiyên Azad Merûf Resûl daxuyanî da û diyar kir ku ew wekî şêniyên Qendîlê, kiryarên li Rojava li dijî gelê Kurd tên kirin, şermezar û riswa dikin.

Ji gelê Mêrîvanê piştgirî

Li bajarê Merîwanê yê rojhilatê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina êrîş û komkujiyên çeteyê El Qaîdeyê li rojavayê Kurditanê, xwepêşandanek hat lidarxistin. Girseya gel a li navenda bajar li hev kom bûn, dowîzên bi nivîsên komkujiya çeteyan danî erdê û ji bo bîranîna sivîlên di komkujiyê de hatin qetilkirin, find hatin vêxistin.
Bi sedan beşdarên çalakiyê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gelê Rojava nîşan dan.  

NAVENDA NÛÇEYAN