BDP’a Mêrdîn xwestibû li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li hemberî lêkirina dîwarê dijminatiyê meş û çalakiyê li dar bixe. Lê polîsên hikûmeta AKP’ê xwe li çalakiyan gel a rewa negirt û bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kir. Bi heman armancê ji ajarê Qamişloyê jî gel ji bo piştgiriya gelê Bakur ber bi sînêrê ku  di navbera Rojava û Bakur de hatiye çêkirin meşiyan û piştgiriya xwe bi dirşmeyan anîn ziman.

Bi hezaran Kurdên bajarê Qamişlo û Nisêbînê bi armanca şermezarkirina çêkirina dîwarê dijminahiyê berê xwe dan sînor. Kurdistaniyên li herdu aliyan di heman demê de anîn ziman ku ew tu sînoran nas nakin û dê tu dîwar wan ji hev qutnekin.
Bi hezaran şêniyên ji bajarên Qamişlo û Nisêbînê bi armanca şermezarkirina ‘dîwarê şermê’ ango yê dijminatiyê berê xwe dan sînorê di navbera Rojava û bakurê Kurdistanê. Çalavanên ku bê navber diruşmeyên li dijî çêkirina “dîwarê şermê” berzdikirin pankartên bi nivîsên “Em sînoran nas nakin” “Tu sînor me ji hev qut nakin” vekiribûn.
Hikûmeta AKP’ê ku çavên xwe li yekîtiya gelê Kurd ranegirt hêzên xwe bi panzêran anîbûn ser sînor û bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî xwepêşandêrên Nisêbînê kirin. Di vê navberê de xwepêşandêrên Qamişlo jî diruşmeyên li dijî Hikûmeta AKP’ê berzkirin û helwesta Tirkiyeyê şermezar kirin.
Ji ber dijwariya êrîşa polîsên AKP’ê li aliyê sînor ê Qamişlo jî 6 welatî ji ber gaza Himûmeta AKP’ê bihên şikandî bûn û ew rakirin nexweşxaneya Qamişlo. Li aliyê din şerê ku di navbera gel û polîsên faşîst ên AKP’ê de rû da heta dereng berdewam kir. Li hemberî êrîşa polîsên faşîst ciwanên Kurd bi kevir û molotofan gel parast.

MÊRDÎN