Endama Konseya Rêveber a Komalên Jinên Kurdistan KJK’ê Evîndar Ararat xwedîderketina gelê Mahabadê û Rojhilatê Kurdistanê li Ferînaz Xosrewanî û hovîtiya rejîma Îranê ya li hemberî jinê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re nirxand. Ararat helwesta Mahabadiyan û bi giştî jî xwedîderketina gelê Rojhilat li jina ciwan Ferînaz Xosrewanî pîroz kir û weke helwesteke mînak bi nav kir. 

Evîndar Ararat bi navê KJK’ê sersaxî ji malbata Xosrewanî re xwest û xemgîniya xwe diyar kir. Ararat her wiha serhildanên gel ên xwedî derketinê silav kir û weke serhildanên xwedîderketina li rûmetê nirxand.  

Ararat da zanîn ku rejîma Îslamî ya Îranê siyaseteke taybet li hember gelê Kurd û bi giştî jinan birêve dibe û wiha dewam kir; “Rejîma Îslamî ya Îranê ji bo vîna gelan û bi taybet jî vîna jinan bişikîne şerekî taybet ê sîstematîk birêve dibe.  Ev bûyera Ferînaz bûyera yekê nebû, beriya niha bi demekê jî gelek bûyerên bi vî awayî qewimîn û jinên ciwan bûn qurbanê vê çanda hovane ya sîstematîk”.
 



“YPJ û YJA-STAR´ê çavê jinan vekir”

Ararat da xuyakirin ku sala 2014’an li seranserê herêmê şideta li hemberî jinê zêde bûye û weke mînaka vê ya herî berbiçav jî DAIŞ nîşan da. Ararat wiha peyivî: “Şideta li hemberî jinê di şexsê DAIŞ’ê de sembolîze bûye lê, tê zanîn ku bi giştî li herêmê li hemberî vîna jinê ya bihêz dibe, sekna jinê ya azad, lêgerîna wê ya li azadiyê û daxwaza wê ya demokrasiyê, êrîşeke mezin çêbû û ev her diçe dijwartir jî dibe. Li hemberî xwe rêxistin kirin û bi îradebûna ku di pêşengiya jinên Kurd de bi pêş dikeve pergala modernîteya kapîtalîst û dewletên herêmî, siyaseta çewisandin û şikandina îradeyê her diçe dijwartir dibe.” 

Evîndar Ararat got, “Jinên Kurd bi awayekî herî  bi hêz li hemberî hovîtiyê sekinîn û ev jî hêzên parastina jin YPJ û YJA-STAR´ê bûn. Ev sekna bi hêz a parastinê ya jinên Kurd a li ber xwe da û şer kir hêz û baweriyeke mezin da jinên Kurd û çavê jinan vekir. Êdî her kes van jinan weke hêzên xwe yên parastinê dibîne. Rejîma Îslamî ya Îranê bi ti awayî xwe li vê asta jina Kurd ranegirtiye û di her fersendê de mohra xwe li bin skandaleke din dide. Ev çanda tecawizê û şidetê li Îranê her diçe bi cureyên cuda bi pêş dikeve û gur dibe. Darvekirina Reyhane Cebarî, êrîşên li hember xwendakarên jinên ciwan ên Kurd  ku yek ji van jî Şeyda Hatemî bû, herî dawî jî Ferînaz Xosrewanî bû qurbanê vê tecawiza dewletê”.  


‘Ti garantiya jiyana jinê li Îranê nîne’

Ararat da helwêsta a tecawizkar a rejîma dewmeta Îranê jî weha rave kir: “Ferînaz ji ber ku dizanî eger li tecawizkar bide wê çarenûsa xwe weke ya Reyhane be, ji ber wê jî hewl da tenê xwe ji dest rejîmê rizgar bike. Ji ber ku hemû yasayên dewletê li pişt mêr in û eger ev mêr zilamê dewletê be û endamekî îstîxbaratê be xilasiya Ferînaz nîn bû. Ti garantiyeke jiyana jinê li Îranê nîne. Di şexsê darvekirina Reyhane de şikandina hêviya jinê ya xweparastinê û xwe rizgarkirinê hate hedefkirin”.  

Evîndar Ararat îşaret bi hestiyariya bi mêran re peydabûyî ya li dijî vê sîstemê jî kir: “Di mêran de jî hestyariyek çêbûye û êdî vê hovîtiyê napejirînin. Helwesta mêran li Afganîstan, Rojhilat û Mahabadê divê zêde bibin û bê teşwîqkirin”. 


“Îran û Tirkiye serkêşiya dewletên tecawizkar dikin”

Ararat ragihand ku ji ber zîhniyeta cinsiyetgera dewletê tevî ku jin mexdur e jî, jin bi tehrîqkirina mêr tewanbar dike û dîsa yê sûcdar derdikeve jî jin e. Ararat got, “Di serê dewletên cinsiyetger û tecawizkar de jî dewletên Îran û Tirkiyeyê hene.  Hem destdirêjî li rûmeta jinê, fikra wê, îradeya wê û bedena wê dikin, hem jî yê sucdar derdikeve ne yê tecawizkar û êrîşkar e, lê jin e.” 

Ararat wekî din da zanîn ku dewleta Îranê, îstîxbarata wê ne tenê destdirêjiyê li jinê dike, jinê dikuje, di heman demê de mecburê fihuşê û tiryakê jî dike û wiha dewam kir; “Îran jinan ji ber fihuşê dikin û madeyên hişbir bi kar tînin bi dar ve dike lê, bi destê xwe fihuşê bi pêş dixe û tiryakê belav dike, jinên ciwan jehr dike.” 


‘Mahabad bi zanîn hat hilbijartin’

Ararat diyar kir ku pêkhatina vê buyerê li Mahabadê bi zanabûn e û wiha peyivî: “Bi îhtîmaleke mezin, dewlet dixwaze bibêje; ew kes ne aîde me ye. Dibe ku ew kesê îtlaatî veşêrin jî, niha hinek agahî jî tên, lê tam ne zelal e. Îhtimala komkujiyê heye. Tê gotin ku ew kesê tecawizkar, ji bajêr hatiye derxistin. Ewqas serhildan çêbû lê, dewlet  bi şidet bi ser gel de çû, halbûkî bûyer qewimiye, jinek ji bo xwe biparêze, bedana xwe, namûsa xwe biparêze, îradeya xwe biparêze mirinê tercîh dike”. 


‘Ferînaz teslîmî dewletê nebû’

Ararat got, Ferînaz teslîm nebûye û wiha dewam kir: “Ferînaz teslîmê polîtîkayên hovane yên dewletê nebû. Divê helwesta wê wisa bê xwendin. Ferînaz di vê mijarê de bû sembola radestnebûna polîtîkayên tecawizkar yên dewleta faşîst ya Îranê. Bi rastî sekneke pir bi rûmet e.  Jineke Kurd e, bajarê Mahabadê û bi rastî jî di demek girîng de ev çêbûye. Bi taybet beriya 9’ê Gulanê qewimîna vê bûyerê balkêş e. Di  9’ê Gulanê de 5 şervanên azadiyê hate sêdarekirin, gel xwe amade dikir wê rojê bi bîr bîne û xwedî li van şehîdên xwe yên pêşeng derkev. Ev  ne bele sedem e, di bin de armancên siyasî, polîtîk ên cuda hene”. 


Dibe ku komkujiyeke nû biqewime

Evîndar Ararat banga hişyarbûnî kir û wiha axivî: “Helwêsta gelê me yê Mahabad û ê Rojhilat pir pîroz e.  Helwêsta  xwestina jiyaneke azad e. Ev tenê meseleyeke gelê me yê  Mahabadî nîne, tenê meseleyeke  malbata Ferînaz nîne, ev meseleyeke neteweyî ye, êrîşeke neteweyî ye, helwêstekî neteweyî  derketiye. Niha hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatiye dorpêçikirin, ti agahî ji wan nayê girtin, bi qasî ku em dizanin şehîd û gelek birîndar hene.  Gelo rejîma Îranê amadekariya qatiliyameke nû dike?”

Evîndar Ararat ev bang li gelê Kurd kir: “Ez bangê li jinên Kurd  û  jinên Kurdistanî dikim ku xwedî li serhildana xwedîderketina li Ferînaz derkevin û heta encam neyê girtin jinên Rojhilat û gelê Rojhilat tenê nehêlin. Li beramberî rejîma Îranê divê em zexteke pir mezin bidin çêkirin. Pêwîst e rejîma Îranê vê bibîne; gelê me yê Mehabadê tenê nîne. Ev bûyer tenê bi Mahabad ve girêdayî nîne. Êrîşek li hemberî Kurdan e, êrîşek li hemberî jinên Îranî û jinên Kurd e”. 


 ANF/QENDÎL