Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed ragihand ku heya Rusya soz ji Tirkiyê re nede, wê nekaribe  êrîşî Efrînê bike.  Îlham Ehmed li ser wê Rusya şiyar kir û got: “Dema ji bo  êrîş kirina Efrînê re rê were dayîn, wê hemû tişt têkbiçe.” 

Îlham Ehmed diyar kir ku ew êrîşên li ser Efrînê tên kirin, beşek ji komploya li ser gelê Kurd e û wiha axivî: “Li Sûriye projeya Sûriye ya Federal pêş dikeve,  Bakûrê Sûriyê di encama vê projeyê de hatiye avakirin. Dewleta Tirk li kû derê be hebûna Kurdan dike hedef.  Li herêmê çi sîstemeke demokratîk hebe û pêşbikeve, wê li pêşiyê bibin asteng.”


Helwêsta Tirkiyeyê diyar e

Ehmed bal kişand ser li rola Efrînê û got: "Efrîn îro rolekê pir girîng girtiye, bi taybet di Bakûrê Helebê de ku li wir şêwazeke xwerêveberî û xweparastinê pêşketiye. Her wiha ev ji bo parastina  Sûriyê bûye garantiyek. Dewleta Tirk dixwaze vê têk bibe û di navbera Ezaz û Îdlibê de rêyekê veke. Armanca wê ew e ku vê herêmê  ji Sûriyê qut bike ya xwe.”

Ehmed li ser hewldanên êrîşa li Efrînê Rusya hişyar kir û wiha domand:  “Em dizanin eger Rusya soz nedabe dewleta Tirk, ew nikarin bi hêsanî êrîşî Efrînê bikin. Ji ber vê pir girîng e ku me bi awayekî eşkere û vekirî peyama xwe gihandiye Rusyayê. Heya niha me li gel wan di bin navê hevpeymaniya li dijî terorê de xebat meşandiye. Lê belê eger ew ji Tirkiyeyê re bibin alîkar wê demê wê her tişt têk biçe.”

 

Divê herêmên rizgarkirî werin parastin

Li ser pirsa gelo we nameyek ji bo Rusya û Emerîka li ser kirinên dewleta Tirk ên li dij Efrînê şandiye an ne jî Ehmed got: “Bi awayekî giştî danûstandinên me li gel Emerîka û Rusyayê heye. Madem em li vir karekê hevbeş li dijî terorê dimeşînin, wê demê pêwist e ew cihên ji destê terorê hatine rizgar kirin bi hevbeşî were parastin. Lê carek din em vê piştrast dikin ku xweparastin erkê sereke yê gelê meye.”


Meşa Efrînê bersiva baş bû 

Ehmed  îşaret bi helwêsta gel û meşa dîrokî ya Efrînê kir û wiha pê de çû: “Ew meşa li Efrînê ku bi hezaran kes tevlî bû, li dijî dagirkeriyê helwêsteke pir baş bû. Gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên li Efrînê dijîn, helwesteke  pir baş li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dan nîşandan. Ev pir giring bû ku bi meşekê helwêsta xwe li dijî dagirkeran diyar kirin. 


BERHEM LETÎF / ROJNEWS