Wekî tê zanîn lig elek welatên ku bayê bihara erebîl i wan hilat û gelê wan welatan dikarî rejîmên berê bidin guhertin li şûna wan jî piştî gel şoreş pêk anî Birayên Misilman hatin ser desthilatdariyê.
Sedema vê yekê jî dibe ku ew be, di wan welatan de rejîmên dîktator rê nedidan birêxistinkirina gel an jî avakirina partiyên muxalif. Li piraniya van welatan saziya herî rêxistinkirî Bırayên Misilmanin. Lewre jî piştî rûxandina wan rejîmên berê rêxistina ‘Birayên Misilman’ li wan welatan destê xwe danîn ser desthilatdariyê. Misrê jî yek ji wan welata ye û niha wiha xuya dike ku dê muxalifên vê rêxistinê bi ser hişê xwe ve bên û li şûna dîktatorên berê yên nû qebûl nekin.
Hat ragihandin ku hêzên ewlekariya Misrê serê sibeha roja çarşemê dest bi destwerdana xwepêşandana muxalifan a li meydana Tehrîr kiriye. Hêzên ewlekariyê bombeyên gazê avêtin nava konên xwepêşandêran ên li meydana Tehrîrê ji bo protestokirina biryarên serokdewletê Misrê Muhemed Mursî hatibûn vekirin. Çend rojin ku nerazîbûnên li dijî guhertinên destûrî ên Muhemed Mursî derbarê dadweriyê de pêk anîn bi xwepêşandanên cuda berdewam dikin. Li gorî muxalefetê ew guhertinên ku Mursî di saziya biilind ya dadweriyê de pêk aniye ji bo zêdekirina desthilatdariya wî ye û ew biryar wekî binpêkirina destûrê tê binavkirin.
Tevî hemû nerazîbûnan heta niha tu nîşaneyên ku dê Mursî ji wan biryarên xwe paşde gav bavêje xuya nakin. Li gorî Mursî ev guhertinên nû dê destkeftiyên şoreşê biparêzin l êli gorî muxalifan ew dê pêşî li avakirina desthilatdariyeke dîktator veke. Di vê navberê de alîgirê Muhemed Mursî jî dê di heman rojê de xwepêşandanek ji bo piştgiriya biryarên Mursî lidarxistiba lê ji bo ku ew û dijberên Mursî neyên pêşberî hev meşa xwe betal kiribûn. Tevî vê yekê j îli gelek deveran di navbera alîgir û dijberên Mursî de pevçûn derketin.
Di xwepêşandanên li dijî Mursî de lig elek deveran avahiyên partiya Edaletê ya Birayên Misilman jî hatin hedefgirtin. Niha pirsa ku di serê her kesî de derbas dibe ew e gelo dê Mursî ji biryarên xwe vegere û pirseke din a girîng gelo dê ev bûyer muxalefeta Misrê ya belav nêzî hev bike û bîne ba hev da ku muxalefeteke bihêz ava bibe.
QAHÎRE