Li Sûriyeyê şer zêdetir bandorê li ser rojavayê Kurdistanê nîşan dide. Li aliyekê şer, li aliyê din jî Tirkiye û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê deriyên sînor girtine, ev yek jiyanê zortir dike. Li aliyekê pirsgirêka xûrek, sotemenî, ceyran, li aliyekê li gelek bajaran pirsgirêkên dermanan her ku diçin zêdetir dibin.
Lê li gel van hemû tengasiyan gelê Rojava xwedî li şoreşa xwe derdikeve û bi hêviyek mezin li benda pêşeroja xwe ne. Her rojên înê, piştî Nimêja Înê, bi hezaran dadikevin qadan. Di meşên vê hefteyê de ambargoya ku bi taybet ji ber girtina sînorê Başûrê Kurdistanê hate protestokirin. Bi hezaran kes bi dirûşmên, “Vîna me ji ambargoya we bihêztir e” daketin qadan. Di axaftinan de hate diyarkirin ku ew ê li hemberî hemû şert û mercan xwedî li şoreşê derbikevin û ew ê bi derfetên xwe yên bi sînor çareseriyê peyda bikin.
Li hemû bajar û navçeyan tişta ku herî zêde bala mirov dikişîne, dora li ber nanpêjxaneyan e. Ev dor saet ji 00.00 dest pê dike û heta ku dikarin çend nanan bi dest bixin.
'Azadî bê bedel nabe'
Xalid Faris ê ku li Dirbesiyê 5 demjimêran li benda nan ma, diyar dike ku ji ber ku mazot tune ye, nanpêjxane jî nikarin her tim bixebitin, li gel şer û pevçûnên dijwar ên li Heleb û Derêzorê koçberî çêbûn û şêniya bajêr zêdetir bû. Faris dibêje: “Me şoreş kir. Helbet dê bedela vê şoreşê hebe. Tiştên ku em dijîn bedela azadiyê ne. Azadiyek bê bedel li ku hatiye dîtin.” Faris destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên Kurdan li vir bifetisîne.
Piştre bal kişand ser girtin deriyê sînor ê Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku Başûr bi vê helwesta xwe piştgiriya van polîtîkayan dike û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku demek beriya demekê deriyê sînor vebike. Di dema rejîma Baasê de aşên ard û ardê li malan hatibû qedexekirin. Dewletê li bajaran du nanpêjxane vekirine û ji wan xwestiye ku nanê xwe ji vir bigirin. Faris destnîşan kir ku ev pêkanîn polîtîkayeke taybet a rejîmê bû û ji ber vê jî kes nikare li malê nan bipêje.

'Divê Kurd bê deng nemînin'
Faris balê dikişîne ku mazot jî hema bêje bi qasî nan û avê êdî bûye tiştekî jiyanî û wiha didomîne: “Nanpêjxane bi mazotê dixebitin. Ger mazot tune be, nan jî tune ye. Av jî bi mazotê tê. Ji ber ku ava bajaran ji bîran derdikeve. Ev jeneratorên ku avê dikişînin jî mazot divên. Ger mazot tune be, yek ji vana pêk nayê. Her wiha Faris bang li Kurdên li Bakûr, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî vê embargoyê bê deng nemînin.

'Tengasî qasî koletiyê xirab nîn e'
Her çendî jiyana rojane zor be jî lê gelê Rojava bêçaretiyê qebûl nake. Ev çend roj in ku ava gundê Berkevirê yê Dirbesiyê hate girtin, gel hewl da ku pêwîstiyên xwe ji ava baranê pêk bîne. Jinek bi navê Fadê Elî ku avê ji gola ava baranî dianî diyar dike ku tengasî bi qasî koletiyê xirab nîn e, û dibêje: “Em berê kole bûn. Heta em ji koleyan jî wêdetir bûn. Lê em niha azad in. Tenê tengasiyek me heye, ew jî ev ambargoya li ser me danîne. Em ê vê tengasiyê jî bi derfetên xwe çareser bikin. Belkî ceyran, nan û ava me tune be, lê em aram in. Em hin tengasiyan dijîn, lê em dizanin piştî van azadî ye.”


SEYÎT EVRAN-ANF/DIRBESIYÊ




Ji Bakur alîkarî


Alikariya Kurdên Bakur ji Rojavayê re didome. Li navçeya Şemrexa Mêrdînê, ji hêla BDP'ê û Şaredariyê ve alîkariya ji bo Kurdên ku ji Rojavayê koçî Gundê Teznê yê girêdayî Şemrexa Mêrdînê bûne, alîkarî didome. Ji bo malbatan kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin. Şaredar Hasîp Aktaş diyar kir ku ew bi derfetên xwe alîkariyê didin welatiyên ku li Sûriyeyê ji ber şer û pevçûnan koç kirine. Aktaş bang li hemû Kurdan kir ku xwedî li birayên xwe yên Rojava derkevin. 


DÎHA/MÊRDÎN




'Bila Kek Mesûd  soza xwe pêk bîne'


Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim bi Serokwezîrê Iraqê Nurî el Malikî û Wezirê Karên Derveyî Hoşyar Zebarî re hevdîtin pêk anî. Muslim diyar kir ku 
hevdîtinên wan baş derbas bûne. Muslim bal kişand ser rewşa gelê rojavayê Kurdistanê jî û got, "Li ser Kurdan ambargoyekî dijwar heye. Bila kek Mesût jî bêdeng nemîne û alîkariya gelê me bike."
Salih Muslim bersiva pirsên nûçegihanê DIHA'yê Nihat Kaya da di derbarê hevdîtinên xwe û rewşa Kurdên Rojavayê de wiha axivî: "Hikûmeta Bexda ne alîkariya rejîma Sûriye dike û ne jî destekê dide muxalefeta Sûriyeyê. Ew ji bo Sûriyeyê çareseriyekî siyasî dixwazin. Rêveberiya Bexdayê dixwaze alîkariyê bide gelê Sûriyê. Mijara vekirina deriyê sînor bi taybetî nehate rojevê, lebelê ew dibêjin; çi ji destê me were emê bikin.

Ji bilî Desteya Bilind tu kes ne nûnerê Kurdan e. Eger em tevlî bibin jî, em ê wekî Desteya Bilind tevlî civîna dostên Sûriyeyê bibin ku tê gotin wê Kahireyê were li dar xistin. Eger milyonek û 200 sed hezar mirov derkevin û bêjin; 'Desteya Bilind nûnerê min e', divê herkes ji vê re rêz bigre. Bila tukes nekeve nav deq û dolaban. Li ser Kurdan ambargoyekî dijwar heye. Lê berxwedana me wê bidome. Tiştekî me nemîne emê dar û belçiman bixwin û li ber xwe bidin. Bila herkes baş bizanibe 50 milyon Kurd li pişt me ye. Di rewşekî wisa de bila kek Mesût jî bêdeng nemîne û alîkariya gelê me bike. Ewî gotibû ku 'ezê alîkariya gel bikim', fermo soza dayî bila pêk bîne. Gelê me û em li benda alîkariya wî ne." 


ANF/HEWLÊR




Nûçegîhana ANF’ê jiyana xwe ji dest da


Kedkara ciwan a çapemeniyê RêvanÎsmaîl Cîro, ku weke 'Bihar' dihate naskirin ji ber nexweşiya penceşêrê li Helebê jiyana xwe ji dest da. Rêvan di heman demê de nûçegihaniya ANF’ê jî dikir. Rêvan Îsmaîl Cîro sala 1991 li Efrînê ji dayik bûye. Rêvan Îsmaîl di pêvajoya şoreşa azadiyê de, ji bo daxwazên gelê Kurd bi raya giştî re parve bike, xwe Nûcegîhana Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) beşa Erebî, cihê xwe di nava xebatên ragihandinê de digirt. Li kêleka xwendina xwe ya zanîngehê û tevî nexweşiya xwe ya giran jî, Bihar xebatên xwe yên ragihgandinê bê navber dewam dikir. Ew bi vê helwesta xwe, di nava gelê Kurd de weke jina çalak dihat naskirin.
Cenazeyê jina Kurd li navçeya Efrînê Mabatayê bi merasîmekê spartin axê. Yekîtiya Regihandina Azad li rojavayê Kurdistanê bi peyamekê ji malbata Rêvan Îsmaîl re sersaxî xwest.

Kameramanek hate kuştin


Kameramanekî televîzyona dewletê ya Sûriyeyê roja înê li Şamê hate kuştin. Hate ragihandin ku, kameramanê bi navê Heyder El Sûmûdî li ber deriyê mala xwe ya li taxa Kafar Suse ya Şamê ji aliyê komeke çekdar ve hate kuştin.


ANF /HELEB/ŞAM