Gelo li welatê me, piştî serkeftina berxwedaniya Kobanê, çi zanyarî, çi wate û çi huner ma ji me re? Ji hemû însanetiyê re çi ma li piştî berxwedaniya Kobanê?
Yê mayî, ji wan yek jî govend û govendgirtin a Kurdan bû, belê, zelalbûna wateya xweşikahî ya govendgirtin a Kurdistaniyan ji wan yek e. Ev şêwaz û taybetmendiyekê netewa Kurd e. Nîşaneyek ji nîşaneya netewbûn a Kurdistaniyan e... Lê ji govendê jî wêdetir, ji serkeftina Kobanê gelek tişt man, ya rast, rastiya gelek nirx û çand, gelek taybetmendî û sekna şoreşgerî ya “gelekî veşartî” derket holê, aşkere bû û hemû dünya û mirovahî pê hesiya... Serkeftina Kobanê derxist holê ku; gelê Kurd, çawa ku êşkişandina xwe bir kûrahiya çanda xwe ve xemilandiye, her wisa bi awayekî din şa dibe, dicoşe... Ev coşbûn, di heman demê de şîna wê ve jî giredayî ye, ango Kurdistaniyan, coşbûna xwe û êşkişandina xwe bi heman şewazî, tev yek nebe jî wek du aliya sêvê dişibîne hev û kaniya êşê jî kaniya coşê jî wek hev dibîne. Ango çiqasî nirx bide coşê, ji êşê re jî ewqasî rêz digire...
Serkeftina Kobanê derxist holê ku; Kurdistaniyan, xwedî milkbûn û xwedîbûn a axê ji hev cuda difikirin û wî hawî dibînin. Axa xwe, wek milkek, ango bi pare were firotin, bi berjewendî were guhertin mikeke wisa nabînin û jê re wisa nanêrin, bi tu şiklî wisa nahesibînin... Belê ax û war nirxek e, ji bo wê însan dikare jiyana xwe jî ji dest bide, lê ew nirx ji bo sûdgirtina “mirovantiyê” heye. Heke li ser wê axê bi şêweyeke mirovî jiyanek were çandin, wê demê îstifadekirina wê axê mafa her kesî ye, ne tenê maf jî bilakîs bila her kes dikare ji bo mirovahiyê hin nirxên jîyanî biçinîne li ser vê axê baş e ne xirab e... Lê ev jî ne bes e, di vî hişmendî de “mirovahî” tenê bi mirovan jî ne “mirovahî” ye, naveroka ev pêyvê, bi temam xweza, ajal, bi temam erd û ezman, hewa û behr, ba û baranê ve, bi temam çand, ol, çîn û her çi û her kî ku hatiye li ser vê dunyayê bi wan re hevjiyaneke adilane, hevjiyaneke hunerî û hevjiyaneke hevbeş, wekhev bixwe ye...
Serkeftina Kobanê derxist holê ku; tekoşîna Kurdistaniyan tekoşîneke şoreşgerî ye, ne tene bi gotinê, wekî jiyan, wekî bêhn, wekî dilopek ji baranê û berfê, wekî ku ba li sûreta însan mizbide bi vî hawî şoreşgerî ye... Her kes bi çavê xwe ve dît û matmayî wisa man. Ji ber ku siyasetmedarên Kobanê, berê giraniya şerê hildan li ser mile xwe. Tim ber bi mirinê bûn û wisa siyaset meşandin.
Serkeftina Kobanê derxist holê ku; birdozî, zanyarî, ramangerî û felsefe ya vê şoreşê naşibe tu şêweyeke berê û bêmînak e. Rêberî ya vê tekoşînê naşibe tu rêveberiyek, giyana vê şoreşê, cangoriya vê şoreşê naşibe tu şerên berê, şoreş ne armancek ji armancên vê şerê bû, şoreşa mezin û şoreşa bêhempa bîzat di nava vê şerê de bêhna xwe girt, hate jiyîn û bi vî hawî ne tene “gelê veşartî”, di heman demê de “nirxên veşartî” jî derxist holê... Hemû jî bi şêwazekî hunerî ve...
Ji mirovahiyê re pîroz be...