Konseya Neteweyî ya Bethnahrînê (MÛB) ku rêxistina gelên Aramî, Asûrî, Sûryanî û Keldanî ye, got di hilbijartinan de ew ê piştgiriya HDP û Selahattîn Demîrtaş bikin. Desteya Serokatiyê MÛB´ê têkildarî hilbijartina di 24’ê Hezîranê de îro daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku AKP-MHP dixwaze dîktatoriyeke faşîst ava bike. Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Gelên Tirkiyeyê yên ku nasnameya wan a takekesî, etnîk, olî û civakî di bin xetereyê de ne, di hilbijartina 24’ê Hezîranê de peywireke dîrokî dikeve ser milê wan. Ji bo sekinandina êrîşên faşîst divê hemû derdor, reng û nasname hêzên xwe di bin banê HDP’ê de bikin yek. Ev hevgirtin pêdiviyeke jiyanî û girîng e. Ji ber ku di HDP’ê de hemû nasname tên temsîlkirin.” Tûma Çelîk namzeda me ye MÛB’ê qala namzetiya Tûma Çelîk kir û got, “Gelê Suryan, Asûr û Keldanî jî wekî gelên din nasnameya xwe di namzediya rêzdar Tûma Çelîk de di HDP’ê de temsîl dikin.” Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku bila ji bo HDP û Selahattîn Demîrtaş xebatên xurt bikin. BRUKSEL