Bendava Farqînê ku ji aliyê Şîrketa Îlcî ve tê avakirin heke temam bibe Geliyê Godernê dê tevî binê avê de bihêle. Gor agahiyên herêmî Geliyê Godernê cîhê derbasbûna HPG'yiyan e û li vir cihên gelek dîrokî wek Pira Godernê, şikeftên dîrokî hene. Ji aliyê din ve jî, bi dehan cûreyên daran û ajal li vê derê dijîn. Gor îdîayên şîrket û dewletê ev bendav û ji avdayîna zeviyên Amedê ne, lê welatî didin zanîn ku bendav ne ji bo avdayîna zeviyan e, ji bo tunekirina xwezaya Kurdistanê ye. Ji aliyê din welatî anîn ziman ku bi bendavan dixwazin gelê Kurd û gerîllayên wê ji hev qut bikin.

Welatiyên ku 5 roje di sêgoşaya Farqîn-Pasûr û Hezro de li ser rêya gundê Hindêsê çalakiya konê pêk tînin ji bo balbikşînin ser Geliyê Godernê ji cîhê konan heta Pireya Godernê meşiyan û li vir daxûyanî dan. Girse bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li ser "Bi rêbertiya azad ber bi Kurdistana azad ve" hatî nivisandin, alên PKK û KCK'ê hilgirtin. Girse bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" , "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Licê" berz kirin. Girse, pêşiya daxûyaniyê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin û sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin.

'Bi bendavan dixwazin dîrokê winda bikin!'

Li ser navê Însîyatîfa Gel ya Hezro, Farqîn û Pasûrê Serokê Rêxistina BDP'ê ya navçeya Hezroyê Ahmet Sîrnaç, daxûyanî da. Sirnaç, di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta tirk û hikûmeta AKP'ê dixwaze bi bendavan xwezaya Kurdistanê bike nav avan û gel ji hev qut bike. Sirnaç, anî ziman ku Geliyê Godernê ji bo gel cîhekî dîrokiye û wiha got: "Em dixwazin gerillayên me bila rehet bên nav me û biçin. Ev der ji bo me rêyekî girînge. Em bang li hikûmeta AKP'ê dikin. Bila van bendavan çênekin. Gelê me ji hev qut nekin. Wek dizanin bi mîlyonan darên me li vir hene. Van derên me û xaniyên me dê hemû di bin avê de bîminin. Dîroka me dixwazin winda bikin. Ji bo ku dîrok û xwezaya me qedexe û tune nebe em ê heta dawiyê li berxwe bidin."
Li ser navê însiyatifa gel ciwanekî diyar kir ku heta rih di can wan de hebe ew ê destûr nedin ku bendav çêbin û wiha axivî: "Ji bo ku qereqol, bendav çênebin heta ji destê me bê em ê canê xwe jî bidin. Em ê paş ve gav navêjin."

AMED