Doktor dibêjin, ew sorbûn, xur û şewata çermî ya laşê insên ya elaqedarî Covid-19’ê dikare bi gelek forman xwe bide der: weke pirzikên piçûk ên sorik heta bi qusînên sorbûyî yên fireh.

Na na, we şaş nebihîst; bi nexweşên vîrusa koronayê re aciziya çermî jî çêdibe; gelek nexweşên bi vîrusê ketî gazinan ji êş û sorbûna çermê laşê xwe dikin. Axir doktor dîsa jî bi tevdîr in û dibêjin, em tam nizanin ka ya ku dike ev bidin der vîrusa koronayê bi xwe ye yan hin sedemên din in. Ji Zanîngeha Kalîforniyayê, profesora dermatolojiyê Dr. Kanade Shinkai dibêje, “Tam ne diyar e ka ev qusînên çermî xwedanader a Covid-19’ê ne yan na yan ew tenê nîşana reaksiyoneke sîstema xweparastinê ne ku ji ber nexweşiyê jixwe hewar hewara wê ye.”

Wekî din sedem dikarin elaqedarî nerehetiya ji ber nexweşiyê, reaksiyona laşî li dijî hin dermanan be yan jî belkî vîruseke din jî di heman demê de li nexweşan dibe bela û sedem ew be.

Ji sedî 20’ê nexweşan aciz dike

Ev sorbûn û qusînên çermê laşê mirov ên elaqedarî vîrusan di rewşên adetî de bêhtir di zarokan de xwe didin der, lê herçî nexweşên Covid-19’ê ne ew mezin, navsere û pîr û kal in û ev acizî di wan de xwe dide der.

Ji bo em zanibin ka ev yek çiqasî belav e, dane kêm di destê me de ne, lê li Îtalyayê di anketeke bi 150 nexweşî de derdikeve holê ku qederê ji sedî 20’ê nexweşan van sîmptoman didin der. Niha xasma jî li Emerîkayê lêkolînên li ser vî aliyê meselê zêdetir dibin.

 

 SAN FRANCISCO