Ew polîtîkayên sîstema Neo-lîberalîzmê hedef digire, wan dide ber rexneyan. Ji bo wê jî çi dostên wî û çi jî dijberên wî rêzeke mezin jê re digirin. Ji bo filma “Sorry We Missed You” mirov dikare bibêje di nava filmên Ken Loach de di warê hostetiyê de di rêza yekê de cih digire.
ALÎ GULER / CANNES
aliguler1926@gmail.com
Li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Cannesê vê carê jî bi Sorry We Missed You bayê derhênerê navdar Ken Loach tê. Derhêner, wek filmên xwe yên berê dîsa di nava çerxa sîstema kaptalîzmê de jiyana mirovên neçar û perîşan tîne ser perdeya spî. Loach, tenê behsa vê jiyanê nake û li dijî vê sîstemê hêvî jî belav dike. Filma, “Sorry We Missed You (Li me negire, me tu bi cih hiştî)” tam naveroka vê nêrinê de ye.
Bajar û wargeha dewlemendên cihanê, stêrkên sînemayê, meşa li ser xalîçeya sor, jinên cilûberg û xişirên beriqadî yên bi milyonan dolarî û herikîna jiyaneke bi peran… Ji bo danasandina Cannesê û festîvalê bi gotinan ya pêşî, ev tê gotin. Lê li aliyê din, filmên di bernameya festivalê de tên nîşandan jî xwedî mijarên polîtik, civakî û dijber in. Naveroka bernameya Cannesê ji dirokê û vir ve bi giranî wisa bûye. Ev jî hêza sînemayê, nasnameya wê a polîtik nişanî me dide. Ji damezirandina festîvalê heta bi şoreşa sala 1968´an û ji hingê ve heta roja îro, navên wek Ken Loach, Costa Gavras, Martin Scorsese, Yilmaz Guney, Michael Haneke, mora xwe li Cannesê xistine.
Îsal jî wek salên bihurî gelek filmên bi vî rengî hene. Ji van filman yek jî berhema derhênerê çepgir, muxalif ê Brîtanî, Ken Loach e. Filma bi navê “Sorry We Missed You” behsa jiyana di nav lepên kapîtalîzmê de dike. Tevî vê filmê, 18 filmên din ji bo xelata Cannesê a mezin “Palmiyeya Zêrin” di beşa pêşbirkê de tên nîşandan. Filma Loach hat nîşandan. Ji terefê hemû rojnemevan, rexnegir û temeşavanan ve hat ecibandin, pesnê wê jî hat dayîn.
Ken Loach hêviyê dide
Derhênerê filma Sorry We Missed You, Ken Loach e. Ew ji nifşê 68’an e. Xwedî nêrîneke çepgir û di cihanê de jî bi nasnameya muxalif tê naskirin. Ji despêkê ve yanî îro naverok û mijara film û berhema wî li dijberî sîstemê ye û behsa tekoşîna karkeran dike. Her çixas alîgirê sîstema kapîtalîst wî neecibînin jî, lê bi helwêst û sekna xwe, wî ji xwe re cihek çêkiriye. Bi filmên xwe yên rexnegirê sîstemê, hetanî niha gelek caran hatiye Cannesê û di dîroka vê festîvalê navê xwe jî daye nivîsandin. Gelek kêm derhenêr di dîroka festivala Cannesê de du caran xelata “Palmiyeya Zêrîn” vegirtiye. Ken Loach yek ji wan derhêneran e ku du caran ev xelat wergirtiye. Derhêner bi filmên xwe yê “The Wind That Shakes the Barley (Bayê ku cehî dihejîne)” û “I, Daniel Blake (Ez, Daniel Blake)” li Cannesê xelata mezin “Palmiyeya Zêrîn” wegirtiye. Niha jî bi “Sorry We Missed You” li pey xelata mezin a sêyemîn e. Hetanî niha, ti kesî 3 caran xelata Cannesê a mezin wernegirtiye. Em nizanin ka gelo Ken Loach di vî warî de wê bibe kesê yekê. Lê filma wî ji aliyê her kesî ve bi heyecaneke mezin hat ecibandin.
Ew sînemaya rastî çêdike û di karê xwe de gelekî serketî ye. Ji “Land and Freedom” heta “The Wind That Shakes The Barley”, ji “Bread and Roses (Nan û Gul)” heta bi “The Navigators (Rêber)” û hetanî filma xwe ya dawî, wî jiyana karker û xizanan anî û tîne ser perdeya spî. Ji bo wê jî wek derhênerê karkeran tê naskirin. Bi rastî jî mirov dema li filma wî temaşe dike, saniye bi saniye, deqîqe bi deqîqe zêdetir dibe heyranê wî. Di nava hemû filmên wî de ya rastî, di nava jiyanê de perçeyek ji me heye. Ew di wê dema hêvî lê herê kêm û bêzarî xurt de bi rûyê xwe yê ken û dilê germ hêviyê dide. Filma “Sorry We Missed You” jî bi heman naverokê ye.
Hêviya têkoşînê
Wek filmên wî yê din, “Sorry We Missed You” jî bi keda gelek kesan hatiye çêkirin. Di vir de ya herî mezin jî keda Paul Laverty ye. Ken Loach bi salan e ku senarîst Paul Laverty re dixebite. Senarîst Laverty dram û jiyana çîna karkeran bi rêya senaryoyan îfade dike û dibe dengê proletaryayê. Ken Loach jî bi hostetiyeke mezin vî dengî li cihanê belav dike. Ji heqî van senaryoyan derdikeve. Di filma “Sorry We Missed You” de jî heman peyam hene. Film behsa malbeteke karker dike ku di nava xizaniyê de ye li bajarê Britanyayê New Castleê. Bav, Ricky (Kris Hitchen), dayîk Abby (Debbie Honeywood, kurê 17 salî Seb (Rhys Stone) û Lîza 11 salî. Malbat ji çar kesan pêk tê. Ricky, ji xwe re kamyonetekê dikire li şirketeke belavkirina paketan, bi rêya fîrmayeke taşeron dikeve kar. Hevjîna wî Abby jî li kal û pîrên nexweş miqate dibe weke hemşîre. Her du jî mirovên baş, dilpaqij û fedekar in, lê ev dîsa têrê nake. Seb ê 17 salî xortek di nava bêzariyê de, naçe dibîstanê, li kolananê ye û serhildêr e.
Liza bi xwe tam berevajî wî ye. Wek dêya xwe bi dilpaqijiya xwe tê naskirin. Bav jî di nava vê bêzariyê de hewl dide malbata xwe ber bi hev ev bîne. Ev hewldan û fedekariya ber çav jî nîşan dide ku sûc hemû ne yê malbatê ye. Peyamê filmê ew e ku berpirsyarê yekemîn sîstem e. Ken Loach, bi zimanekî zelal, sade û destnivîseke eşkere behsa jiyana malbeteke karker dike ya ku di nava çerxa sîstema kapîtalîzmê de têk diçe. Lê bêguman di filmê de tenê bêçaretî, zexta sîstemê a li ser mirovan nîne. Di heman demê de motifê tekoşînê, hêvî û piştgiriya di vir de dertên pêş.
Xizanî, bêçaretî her çiqasî wek kulmek di gewriya mirovan de aliqî bimîne yan jî dilê mirovên bi wijdan biguvêşe jî lê li aliyê din tekoşîn, rik, baweriya jîyanê jî sed carî mirovî bi hêvî dike.
Xelata mezin heq dike
Ji ber ku mirov dibêje, Ken Loach heye. Ew polîtîkayên sîstema Neo-lîberalîzmê hedef digire, wan dide ber rexneyan. Nêrînên xwe yên çep bi rêya sînemaya rast nîşanê hemû cihanê dide. Derhênerê 82 salî bi dehan salan e ku di vê xetê de dimeşe û ji jiyana xwe ti tawîz nedaye. Ji bo wê jî çi dostên wî û çi jî dijberên wî rêzeke mezin jê re digirin. Ji bo filma “Sorry We Missed You” mirov dikare bibêje di nava bi dehan filmên Ken Loach de di warê hostetiyê de li asta herî jor e, di rêza yekê de cih digire.
Ev gotin li Festîvala 72’yemîn a Cannesê hat piştrastkirin. Film, di serî de ji terefê rexnegir û tevahiya temaşevanan ve hat ecibandin. Li gorî min xelata “Palmiyeya Zêrin” heq dike. Heger xelata festîvalê a mezin negire, ev ne ji ber tiştekî din e, lê tenê ji ber ku beriya bi 2 salan bi filmeke li ser heman mijarê, xelata “Palmiyeya Zêrîn” wergirtibû.