Kurdê ji Efrînê, Amed Ehmed li hepsa Kleve di encama şewatekê de jiyana xwe ji dest dabû. Êdî niha eşkere bû ku karmendekî hepsê hewara Amed a ku pê li pişkoka hewarê kiribû, vetemirandiya yan jî vesandiye.
Wezîrê Edaletê yêeyaleta Nordrhein-Westfallenê (NRW) Peter Biesenbach (ê ji CDU´yê) duşema bihurî raporeke ji 60 rûpelan da ber Meclisa Eyaletê. Di vê raporê de eşkere dibe ku 17´ê Îlonê karmendê hepsa Keleve saet 19.19´an di ser sîstema ragihandina hucreyan re ji hucreya Amed hewareke bi rohniyê wergirtiye, lê ev hewar bi xwe piştî bi 9 saniyeyan vetemirandiye.
Xebero, karmedî wê kêliyê mijûl bûye bi wê yekê ku çavdêriyê bike li telefona girtiyekî din. Di raporê de ev behane wiha cih digire: “Ji ber ku girtiyî careke din xwe nedaye dîtin, hîskirin, ev banga hewarê hatiye bi dawîkirin.”
Mixalefet doza îstîfayê dike
Jixwe, vê saetê ev 15 deqîqe bûn ku hucreya Amed dişewitî. Hewara şewatê jî piştî bi çar deqîqeyan wê lêxista. Amed Ehmed bi bedena xwe ya bi şewatên ji sedî 40´î wê xwe biavêta nav milê karmendan û çend rojan paşê li klînîka taybet a Bochumê jiyana xwe ji dest bidana.
Axir wezîrê edaletê Biesenbach pêşî xwe spartibû agahiyên ji hepsê û îdîaya ku Amed pê li pişkoka hewarê kiriye red kiribû. Bi xêra pisporên ji derve derket holê ku ev hewar çêbûye û karmendê hepsê ew temirandiye. Niha mixalefet doza îstîfayê li wezîr dike û gefê lê dixwe ku komîsyoneke lêpirsînê bide avakirin.
Skandal li ser skandalê
Bi ser halan de jixwe girtina Amed Ehmed ê ku penaberê qebûlkirî bû, bi skandalan tijî û mişt e. Polîs wî pêşî bi şaşî weke tohmetbarekî tacîzê digire; piştre qaşo bi vê şaşiyê dihise û skandaleke din rû dide, Amed li şûna mirovekî reş ê Efrîkî ku bi diziyê tê tohmetbarkirin tê girtin. Bi tevahiya israra polîsê Hamburgê jî kontroleke ku nasnameya Amed Ehmed piştrast bike nayê birêvebirin. Piştî şewatê derket holê ku Amed Ahmed qederê du mehan bi neheqî hatiye girtin.
Axir, niha dozgerî di meseleya şewatê de naxwaze kesî gunehbar bike û tenê Amed Ehmed gunehbar dike, qaşo wî xwestiye xwe bikuje. Malbata Amed niha dixwaze dozê li berpirsiyrana veke, ji bo vê jî kampanyayek hatibû destpêkirin ji bo ku malbat karibe xwe bide ber barê mesrefên dozê. Heta niha qederê 5 hezar euroyan hatiye berhevkirin, lê ji bo alîkariyeke bêqisûr pêdivî bi 10 hezar euro alîkariyê heye. Ji bo rewşa kampanyayê, yan jî destekkirina kampanyayê hûn dikarin biçin ser vê malperê:
https://www.gofundme.com/rechtskosten-amad