Tekildarî lihevkirina di navbera Tevgera Goran û YNK’ê de berpirsên her du aliyan derbarê mijarê de ji RojNews re axivîn û gotin: “Li hevkirina ji bo berjewendiyên xizmeta gel in. Dibe ku di hilbijartinên dema pêş de her du alî bibin yek.”

Endamê Civata Niştîmaniya Tevgera Goran ê Helebce Nizar Mihemed diyar kir ku ew li gel YNK’ê li ser gelek mijarên taybet ên girêdayî Herêma Kurdistanê û Iraqê hemfikir in û got, projeya ku hatiye amadekirin û her du aliyan li ser li hev kiriye, peywendî bi qada jiyana welatiyan ve heye.


‘Lihevkirin hatiye îmzakirin’

Nizar Mihemed diyar kir ku ev lihevkirin ne li ser berjewendiyên hizbî ye, li ser berjewendiyên giştî yê welatiyên Herêma Kurdistanê ye.

Nizar Mihemed ragihand ku ev lihevkirin ne li ser hesabê aliyekî siyasî ye û got: “Ji ber ku weke Tevgera Goran, peywendiyên me li gel aliyên din ên siyasî hene, bi heman şêweyî li gel YNK’ê jî hene.”

 

‘Em naxwazin aliyek bibe qurban’

Cîgirê Berpirsê Buroya 9’emîn a Şarezûrê ya YNK’ê Ehmed Qedeferî jî anî ziman ku divê tu alî ji van hevdîtinan zerarê nebîne û wiha got: “Ji bo wê em naxwazin li ser bingeheke weha lihevkirinê bikin û aliyek bibe qurbanî. Ji ber ku li ser lihevkirina heyî pêştir ji aliyê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Telabanî û Rêberê Tevgera Goran Nêwşîrwan Mistefa li ser axivîne, wê encameke baş bi xwe re bîne.”

Ehmed Qedeferî diyar kir ku dibe ku di hilbijartinên dema pêş de bi du lîsteyên cuda tevlî hilbijartinan bibin û weha dawî li axaftinên xwe anî: “Belê piştî hilbijartinê dibine lîsteyeke hevbeş. Ji ber ku bi du lîstan dikarin hîn zêdetir deng qezenc bikin.”



ŞIRAM HEWRAMÎ/ROJNEWS/HELEBCE