Di ser qetilkirina 137 kesên li Cizîrê di dema berxwedana xwerêveberiyan de li jêrzemînên malên xwe asê mayî û qetilkirî re 3 sal derbas bûn. Çav li rê ye kuDadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê DMME, di salvegera bûyerê de biryara xwe ya li ser doza malbatan de eşkere bike.

Li navçeya Şirnexê Cizîrê, di 14’ê Kanûna 2015’an de di şerê li dijî berxwedana xwerêveberiyê de, dewleta Tirk qedexeya derketina derve ragihandibû û di dawiya 79 rojan de 137 kes di jêrzemînên 3 avahiyan de asê mabûn û bi awayekî hovana bi destê hêzên dewleta Tirk a dagirker, hatibûn şewitandin. Di ser bûyerê re 3 sal derbas bûn, lê ne şêniyên navçeyê ne jî xizmên kesên jiyana xwe ji dest dayî, ev bûyera ku Komîsertiya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo wê gotibû “dîmenekî wekî qiyametê”, ji bîr kirine.

Hin cenaze winda ne

Di jêrzemîna yekemîn 31, di ya duyemîn de 62 û di ya sêyemîn de jî 44 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di nav kesên jiyana xwe ji dest dayî de Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel, rojnamevan Rohat Aktaş, endamên Meclîsa Partiyê ya DBP’ê, hunermendên NÇM’ê, endamên KJA’yê û gelek xwendekar û zarok hebûn.

Li van jêrzemînên ku bi gotinên “Me çok danenî. Bila yên mayî bi me serbilind bin” ên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, tê bîra mirovan hîna jî cenazeyên hin kesên şehîdkirî, nehatine dîtin.

Dewleta Tirk li ser cenazeyên TOKÎ çêkirin

Piştî bûyerê, avahî hatin rûxandin û paşê li ser wan avahiyên TOKÎ’yê hatin çêkirin. Hîna jî derdora vê deverê bi bariyeran girtiye û tê gotin hîna jî cenaze di wir de hene.

Ji bo kesên şehîdkirî, lêpirsîn hatin destpêkirin, lê belê der barê pirraniya van lêpirsînan de biryara “neşopandinê” hat dayîn; ango dewleta Tirk ji bo qatilên xwe got, we komkujîç qanûnî kiriye.

Li ser navê Omer Elçî û Orhan Tûnç miracaetek li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) heye. DMME’yê miracaeta ji bo Orhan Tûnç qebûl kir û rûniştina vê dozê di 13’ê Mijdara 2018’an de pêk hat. Parêzerên dosyeyê da zanîn ku DMME wê di salvegera jêrzemînan de yanî di 7’ê Sibatê de biryara xwe eşkere bike.

Yek ji kesên di jêrzemîna yekemîn de hat şehîdkirin jî Ramazan Îşçî yê 16 salî bû. Dayika wî Hatîce Îşçî got, “Em ji televîzyonê hîn bûn ku kurê min di jêrzemînê de ye. Piştî ji bo erzaq bikire derket derve, hew haya me jê çêbû. Ji bo em wî xelas bikin em derketin, lê belê polîsan destûr neda.”

Dayik Îşçî got, “heta em sax bin em ê zarokên xwe ji bîr nekin” û xwest kiryar bên dadgehkirin.

 

ŞIRNEX