
Minê nirx bida bi wateya amûran ne aliyê wan ên madî. Ez pir kêm raza me, pir xewn bidîta û her deqîqa ku min çavê xwe girt bifikiriyame ku min 60 saniyeyî ronahî wenda kiriye. Dema mirov ji evînê dur dikeve kal dibe. Dema yên din rawestiyan minê meşa xwe bidomanda. Dema yên din radizan minê hewl bida da şiyar bimînim. Dema yên din axifîn minê ew guhdar bikira, hewl bida ku ji çêj û tehma bestaniya (dondurmaya) bi çîkolata zewqê bistînim. Heger Xwedê hinekî can bide, minê kincê ji rêzê li xwe kira, berê xwa bida rojê, ne tenê bedena xwe, minê ruhê xwe jî bi hemû zatîbûna wî vekira. Xwedê, heger dilê min hebûya minê hêrst û nefreta xwe li ser qeşayê li benda nîşandana rojê sekinîbûma. Li ser heyv a azmanan û tevahiya stêrkan minê wêneyên Van Gogh bi neqiyanda, helbestên Benadettî bixwenda û seranat bigota. Minê bi hêstirê çavê xwe gul av bida, û bixwesta bi hîsirina striyên ku di bedena min diçin minê pelên gulan di rengê sorahiya lêvan de maç bikira. Xwedê, heger qurtek jiyana min hebûya… Her roja ku biçe divê ji her mirovê li rastê bêm re bêjim ez ji we hez dikim. Minê her mêr û jin yek bi yek îkna bikira ku herî zêde ji wan hez dikim. Û ezê di nava evînê de bijiya me. Minê ji mêran re bigota dawîlêanîna evîna ku dijîn çiqasî tiştekî şaş e. Ji ber ku mirov dema dawî li evînê tîne kal dibe. Minê per bida zarokan. Lê minê derfet bida ku bi xwe fêrî firînê bibin. Minê kal û îxtiyar jî fêr bikira ku mirin ne bi temenê zêde re tê, bi jibîrkirinê re tê.
Ey mirovno! Ez ji we fêrî gelek tiştan bûme. Têgihiştim ku hemû mirov beyî ku bizanibin bextewarî di dîtina rastiya de veşartiye, dixwazin li ser lutkeya çiyayan bijîn. Lê ew nizane ku kêfxweşiya mezin di hilkişandina çiyê bi xwe de ye. Ez hîn bûm ku ji mafê mirovekî ye ku ji jor ve li mirovekî din binêre, tenê gava ku bixwaze alîkariya wî bike, da ku rabe ser xwe. Ez fêr bûm ku bebeka ku nû çavê xwe li jiyanê vedike dema tiliya bavê xwe digire, di rastiyê de heta dawiya temenê xwe bi kelepeyê wî mehkûmî xwe dike. Ji we fêrî gelek tiştan bûm. Lê belê ev tiştên ku fêr bûm wê piraniya wan bi kêrî min yên. Ji ber ku min tev di çenteyekî de kom kirin.. Bi şêwazekî neşad… Gelo êdî ez dikarim bimirim?
Marquez çû ser dilovaniya xwe
Xwediyê Xelata Wêjeyî ya Nobelê nivîskarê Kolombiyayî Gabriel Garcia Marquez, ku weke yek ji pênûsên xurtirîn ên wêjeya nûjen tê bi navkirin, li paytexta Meksîka Mexico City çavên xwe li jiyanê girt. Mirina Marquez, ku ev demeke ji zatureyê dihat dermankirin, li cîhanê deng veda. Berdevka malbatê Fernanda Familiar, mirina nivîskarê navdar bi rêya tora parvekirina civakî Twitter ragihand.
Gabriel Garcia Marquez ku ek ji mezintirîn nûnerê tevgera weke Rastbîniya Efsûndar a Wêjeyê dihat dîtîn, di 31'ê Adarê de rakiribûn nexweşxaneyê. Li gel ava beden teşhîsa îltihaba qenalên mîzê û pişikê hatibû kirin. Marquez piştî demekê li nexweşxaneyê hat dermankirin, li dû tedawiya antîbiyotîk hatibû derxistin.
Marquez duh danê nîvro li mala xwe ya li Mexico City çavên xwe li jiyanê girt.
Piştî mirina Marquez cara yekemîn Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos daxuyaniyek da. Santos di daxuyaniya xwe de Marquez weke mezintirîn Kolombiyayiyê heta roja îro binav kir.
Serokê DYA Barack Obama jî diyar kir ku wan yek ji mezintirîn nivîskarê vîzyoner ê cîhanê winda kirine û anî ziman ku ji ciwantiya wî û vir ve Marquez yek ji nivîskarên herî zêde ew jê hez dike ye.
Serokdewletê Meksîkayê Enrique Pena Nieto, ku Marquez zêdeyî 30 sal in li wir dijî, peyamek weşand û got, "Li ser navê Meksîkayê ez radigihînim ku ji ber mirina yek ji mezintirîn nivîskarê serdema me Marquez, em gelekî xemgîn in."
Jiyana Marqûez
Di nava romanên din ên Gabriel Garcia Marquez de "Di Rojên Kolera de Eşq", "Generalê li Labîrent" û "Orospiyên min ên xemgîn" cih digirin. Rojnameya New York Times "Tenêbûna Sedsalî" ji bo tevahiya mirovahiyê weke "yekemîn berhemena wêjeyê ya divê mirovahî ji çerxa berê û vir ve bixwîne" bi nav kiribû.
Garcia Marquez ê di sala 1927'an de li bajarê Aracataca yê xizan ê li bakurê Kolombiyayê ji dayik bû û li gel dapîr û bapîrê xwe mezin bû, salên xwe yên zarokatiyê weke çavkaniya hemû berhemên xwe destnîşan dike.
Bandora xeta siyasî ya dapîrê wî, ku tevli du şerên navxweyî bû û çalakgerekî mafên mirovan ê lîberal bû, li ser Marquez çê bû. Nivîskar bi çîrok xurafeyên dapîra wî jê re digo, mezin bû. Xeyalet û bav û kalên wan ên mirî yên li gorî vegotinên dapîra wî li dora mala wan bi awayekî bê wate dans dikirin, di romana wî ya herî mezin de cih girt. Garcia Marquez li dibistana Society of Jesus dest bi hînbûna hiqûqê kir û ji bo rojnamevaniyê bike dest ji dibistanê berda. Di sala 1954'an de rojnameya lê dixebitî, ew şand Romayê. Ji wê demê û pê ve piraniya temenê wî li Parîs, Venezûela û herî dawî jî li Mexico City li derveyî welat derbas bû. Tevî ku bi romanên xwe deng veda jî, wê rojnamevantî her tim dewam kir.
Garcia Marquez, ku William Faulkner bandoreke kûr li ser wî kir, romana xwe ya destpêkê di 23 saliya xwe de nivîsand.
Pirtûka "Tofana Pelan" a di sala 1955'an de hat weşandin û sê pirtûkên piştî vê hatin çapkirin, wi warê tîcarî de nivîskar gihand serketineke mezin.
Nêrîna nivîsandina beşa yekemîn a Tenêbûna Sedsalî, dema diçû Acapulco ket bîra wî. Dema vegeriya, rojane bi şeş pakêt cixareyê ket hundirê odeya xwe û derî li ser xwe girt. Dema piştî 18 mehan vegeriya, dît ku malbata wî bi 12 hezar dolarî deyndar bûye. Lê belê di destê wî de 1300 rûpelên romana wî ya gelekî were firotin hebû.
Çapa destpêkê ya Romanê ya Spanyolî di nava hefteyekê de qediya. Di nava 30 salên piştre de pirtûk bi 30 zimanan hat wergerandin. Nivîskar ku bi zindîtiya nivîsên xwe, dewlemendiya ziman û hêza kûr a xeyalê rê li be heyrantiyê vekir gotibû, "surrealîzm ji realîzma Amerîka Latîn tê." 15 hezar hejmarên romana Garcia Marquez a ezmûna vegera koçberekî Şîlî vedigot, ji aliyê hikûmeta Şîlî ve hat şewitandin.
Nivîskar ku weşandina berhemên çepgiriyê dewam kir, bi Serokkomarê berê yê Fransayê François Mitterand re têkiliyeke dostane ya şexsî danî û ji Bogatayê, ajansa lîderê berê yê Kubayê Fidel Castro îdare kir.
Nivîskar ku di sala 1982'an de Xelata Wêjeyê ya Nobelê qezenç kir, di sala 1986'an de romaneke wî ya din a ku gelekî hat firotin Di Rojên Kolera de Eşq hat weşandin.
MEXIKO CITY