Ev pirsa sernûçeyê, ango gelo em dikarin berfê bixwin, her zivistan ji bo me pirseke serêş e, nexasim jî dema zarokên me hebin. Di ilmê pêşiyên Kurmanciyê de dibêjin berfa pêşî nexwin, lê ji bo ya mayî, heta bi hezîranê jî ji baniyên çiyayan berfê tînin û li gelek deveran berfedims, berfeşîr û şerbet û berf bi hev tên xwarin.

Nexasim jî par gelek meqaleyên zanistî hatin weşandin ku digotin, berfê bi ti awayî nexwin, lewma qirêjbûna hewaya atmosfera me, dike ku xwarina berfê ji siheta mirovî re nebaş be. Qunciknivîsê rojnameya Elman Die Zeitê Christoph Droesser li ser pirsa xwendevanekî xwe li ser mijarê serê xwe êşandiye… û di dawiyê de bi rengekî pêşiyên me Kurmancan piştrast kiriye: Hewaya me li gorî beriya bi çend deh salan paqijtir e. Berfa pêşî dikeve, hewayê paqijtir jî dike, piştre, berfa ne li keviya rêyan û ne qirêj, mirov dikare bixwe. 


 FRANKFURT