Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê, Îsmaîl Xurmalî eşkere kir ku karên komîsyonê ber bi dawiyê ve diçin û ew ê heta hefteyeke din encamên dawî yên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere bikin.
Li Herêma Kurdistanê di 30’ê Îlonê de hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk hatibû. Tevî ku biryar e, di nava 72 saetan de encam werin eşkere kirin jî, lê hîna encamên fermî ne kifş in. Doh ji aliyê komîsyonê ve lêkolînkirina wan sindoqên dengan ên îtîraz li ser wan hebûn bi dawî bû. Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Îsmaîl Xurmalî li ser mijarê axivî.
Ber bi dawî ve diçe
Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Îsmaîl Xurmalî got; “Bi giştî karên komîsyonê ber bi dawî ve diçe. Dibe ku heta hefteyeke din encamên dawî yên hilbijartina parlamena Herêma Kurdistanê were eşkerekirin. Ew 227 sindoqên îtîraz li ser bûn, ji aliyê lijneyeke taybet ve hatin lêkolîn. Tenê raporekê wê derbarê îtîrazan sindoqên qurdeleyên sor li wan pêçayî, û karên kirîn de bidin Desteya Komîsyonê. Heta ku deng li ser çarenûsa wan sindoqan were dayîn.”
Xurmalî li ser îhtîmala guhertina encamên hilbijartinê û kursiyên partiyan jî wiha destnîşan kir; “Divê biryara dawî li ser îtîraz û giliyan were dayîn. Divê bizanin çi guhertin di dengên wan sindoqên îtiraz li ser wan de çêbûne. Wê demê em ê bizanin ka wê di encaman de guhertin çêbe yan ne.”
Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê, Îsmaîl Xurmalî diyar kir ku bi dengê 5 endamên komîsyonê encama dengan tê pejirandin.
HEWLÊR / ROJNEWS