Samîre Elawî ya ji Reqayê, ku çeteyên DAIŞ’ê kurê wê kuştin, gelek êş ji destê çeteyan kişandiye. Tenê hêviyeke Samîre heye. Ew jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.  Ev mirovên ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne, her yek dikare bi rojan qala zilm û zora DAIŞ‘ê bike. Her yek xwedî bûyereke cuda ye, bi taybetî jî jin. Samîre Elawî ji gundê Selhebiyê ye, ku li rojavayê Reqayê ye. DAIŞ bi wesayîtekê di ser kurê wê ye 8 salî re derbas dibe û wî dikuje. Samîre ji bo kurê xwe dibêje: “Kurê min kuştin, em nikarin tiştekî jî bikin. Lê her roj ez diçûm ser gora kurê xwe bi axa li ser gora wî digiriyam. Dema çeteyan fêhm kir ku ez diçim ser gora kurê xwe, hatin ez birim û çûna ser gora kurê min li min qedexe kirin.” Semîrayê li zaroka bidestgirtî nihêrî û got: “Ez ducanî bûm berî xwedê vî zarokî  bide. Hingî çete hatin ez birim û qemçî li min dan. Ez çiqasî li ber wan geriyam û min ji wan re got ez nexweş im, ducanî me jî guh nedan axaftina min. Gotin dema tu li ser xaniyê xwe bûyî rûçikê te xuya dikir.”

Tirsa wê hîn têsîrdar e

Samîre dema bi me re daxivî ditirsiya lewma geh li dor xwe dinihêrî û geh li hevserê xwe dinihêrî û axaftina xwe li gel me didomnd: “Ez ditirsim dîsa DAIŞ li me vegere. Xwesteka min ji QSD’ê ew e ku DAIŞ’ê li ser rûyê erdê tine bike.  Min ji xwe re digot, kesek hay ji me nîn e, li vê cîhanê em ne li xema ti kesî ne.” Samîre keniya û got: ”Heta niha jî ez bawer nakim gelo ev xewn e an rastî ye.” 


 REQA