Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li dadgehê dewam dike. Fîgen Yuksekdagê di danişînê de da zanîn ku divê di qada civakî de edalet bi pêş keve û got, “Gelê me divê di nava têkoşîna demokrasiyê de cihê xwe bigire, bi tevlîbûna hemû gelan welatekî demokratîk dikare bê avakirin.”

14’emîn danişîna doza Fîgen Yuksekdag, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê didome. Fîgen Yuksekdagê di danişîna doh de bal kişand ser helwêsta CHP û partiyên nû û got: “Gelo CHP, ÎP û partiyên din wê li meclisê li pirsgirêka Kurd xwedî derkevin?”

Fîgen Yuksekdagê anî ziman ku polîtikayên desthilatê di serî de jin, hemû warên jiyanê yên mirovan û ruhê jiyanê dagir dike û got, “Desthilata siyasî warekî mirov bîhna xwe bide û bistîne nehişt. Rêveberiyek wisa nabe. Ji bo em edaleta civakî bi pêş bixin, divê em ji berê bêtir bi hez bimeşin. Divê di qada civakî de edalet bi pêş bikeve.”

 Ji bo aştiyê xwe didin ber bar

Fîgen Yuksekdagê bi bîr xist ku wê di nava muzakereyên bi Abdullah Ocalan re cih girtiye û ji ber wê hatiye dadgehkirin: “Tişta me berê kir, em niha jî înkar nakin û em li pişt wê ne. Ji ber ku me her tişt ji bo aştiyê kir. Me xwest her tişt pirr bi zelalî bê dîtin. Piştî ku desthilata siyasî hevdîtinên bi Îmraliyê re bi dawî kirin, em hatin dadgehkirin.

Civaka Kurd ji desthilatê û civaka rojava re got, ‘Êdî werin ser hişê xwe. Em bi hev re pirsgirêka Kurd çareser bikin’ Divê her kes bifikire û bi hev re gavan biavêjin. Gelo CHP, İYİ Partî û partiyên din wê li pirsgireka Kurd xwedî derkevin?

Îro bûyerên pirr girîng li Rojava diqewimin. Li gel vê yekê desthilata siyasî li şûna bi hêzên herêmê re bibe dost, bi wan re dibe dijmin û bi hêzên dagirker re dibe dost.”

JINNEWS / ENQERE