Rekabeta navbera hêzên kapîtalîst jî cîhan kiriye nava çeqûberkê. Di vê çeqûberkê herî zêde cografya Kurdistanê û gelê Kurd ziyanan dîtiye û dibîne.
Hzêzn kapîtalîst, ji bo serdestî û bidestxistina bazar û çavkaniyên enerjiyê, îro jî li Rojhilata Navîn şerekî dijwar dimeşînin. Vê carê, şer de hêzên wan nînin, çeteyên wan û dewletên weke taşaron kar dikin hene.
Di şerê yekemîn yê cîhanê de, hêzên bazirgan li Kurdistanê û herêmê bûn.
Yekemîn xencera di dilê xaka Kurdistanê de, “Peymana Enqera” ya Tirk û Fransiyan bû. (20 Cotmeh 1921). Li gorî vê peymanê, xeta trênê tixub e, di Nisêbînê re dirêjî Cizîrê dibû.
Duyemîn Xencera di dilê Kurdistanê de, “peymana navbera Tirkiyê, Iran û Iraqê” ye. (2ê Cotmeha 1935).
Sêyemîn xencera li pişta gelê Kurd ket, “Pakta Sadabat” e, di 8ê Temmuza 1937an de, di navbera Tirkiyê, Îran, Iraq û piştre Afganistanê de hate imze kirin.
Peymana yekemîn, ya duyemîn û ya sêyemîn jî, dibin navê berjewendiyên hevpar de hatin imze kirin. Lê di van berjewendiyên hevpar de, her dem “înkar û tunekirina gelê Kurd, parvekirina xaka Kurdistanê” hebû.
Vêce; peymana yekemîn, bi gotinên generalê Fransî Galle, ku Kurdistan û Suriye dagir kir û got: Îro em 5 hezar metrekarê, xaka Kurdistanê û jêra Mezopotamya; ji geliyên Dicle, heta bi qeraxên Çiyayê Zagrosê, riya hevrîşîm jî di nav de, kontrol dikin. Dicle pencereya ku ber bi Asya vedibê ye. “Nikilê Ordekê”, ji aliyekî ve dirêjî petrola Musilê dibe, ji aliyê rojava ve dirêjî Mereş û Dilokê, dirêjî Klikya dibe.
Ev xet, pencera ber bi Asya vedibe û Riya Hevrîşîm, yan jî Riya Roma wargehê xêrûxêratê ye, çavkaniyên zêrîn e.” Baştir tê fêm kirin.
Peymana duyemîn jî, bi daxwaz û telkîna Ingilîzan hat imze kirin. Bi gotina dîplomatên sê dewletan, “sedema paqtê, eşîrên Kurd in, parastina sinorên bi xwîna Kurdan û dilê Kurdistanê de hatine xêz kirin” in.
Iraq koloniya Ingilîzan bû. Lê Iran û Tirkiyê jî, bi tehdîda Kurdan anîne rê û bazara herêmê û çavkaniyên enerjiya heremê kirin bin kontrola xwe. Ya herî giring Kendava Fars -Basra û guzergeha guhastina petrol û gazê bû.
Peymana sêyemîn, car din bi pêşengiya hêzên bazirgan kete rojevê û li Cinevê hate parafa kirin. Ji ber ku di wê demê de, dihate gotin ku hêzên bazirgan wê ji xakên dagirkirî derkevin. Ji bo ku kontrola piştî derkeitnê rêkûpêk bikin, planê peymanan kirin pratîkê. Peyman girêdanek sedsalî bû. Kurd hem tirs, hem zindan, hem girêdan netew-dewlatan bi hêzên bazirgan ve bû.
Peymana sêyemîn jî “tahkim kirin” û dubare sozdarî û yarîtiya netew-dewletên herêmê û hêzên bazirgan bû. Di vê sozdarî û yarîtiya aliyan de, gelê Kurd wek tehdîd hate bikar anîn. Bi vê mebestê “Peymana Sadabat”ê li Tahranê li qesra Sadabat hate imze kirin. Xala 7an jî, taybet bû û derbarê Kurdan de bû.
Îro, sêyemîn şerê cîhanê bi şerê Suirye berdewam dikê. Paqtên ku weke xencera di dil û pişta Kurdan de, car din ketine rojevê. Yekemîn gav, civîna li Edenê, Antalya, Stembol û berdewam wê; Doha û Konferansên Cineva bûn. Lê xuya dike ku van gevan têra şikandin û têkbirina îradeya Kurd nekir û hêzên Bazirgan, Xwedayê sîstema Kapîtalîst serdestî û kontrola xwe ya bazar û çavkaniyên enerjiyê misoger nekirin. Lewra serî li riyên cûda û hevkariyên cûda didin.
Di destpêkê de, ligel eniya dîplomasî, hevkariyên siyasî operasyonên hevbeş hatin lidarxistin. Piştî ku têkoşîna gelan dibin navê “Bihara Gelan” de giha Suriye, hesabê hêzan li hev ne hat. Xetên petrol û gazê yên berê teva (Bakû-Ceyhan) rawestiyan, yên nû ketin rojevê.
Ji aliyekî ve Iran, Suriye û Hizbullaha Lubnanê; ji aliyê din ve Tirkiyê, Siudî, Qatar û çeteyên El Qaîde... Di navbera van basikan de, (ji bilî hêzên global) şerê mezhebî, xeta petrol, gaz û serdestiya siyasî dest pê kir. Taşaron bin jî berjeweniyên wan jî hebûn.
Iran û Suriye, berî “têkoşîna gelan ya 2011an”, peymana xeta gazê imze kir. Li gorî peymanê, xeta gazê di 3 salan de wê temam bibû. Xet, ji bajarê Iranê Buşehrê, dirêjî Baxdatê, Diyala dibe û di Suriye re digihe Tartusê. Bi vê xetê pêdiviyên Iraq, Suriye, Lubnan wê werin pêkanîn û ya zêde jî bifiroşin Rojava.
Li Aliyê din Tirkiye û Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê jî bi erêniya hêzên global, peymanên petrolê imze kirin. Di imze kirina van peymanan de, xendek jî, di hilbijartinan de desteka AKPê, têkbirina Kongreya Neteweyî a Kurdistanê û ambargoya li dijî Rojava jî hebûn.
Dubare kirina Paqta Sadabat, ne li Cinev, bi şoveke dengbêjan li Amedê destpêkir. Piştî hevdîtina Tikriyê û Îrnaê, li Şamê û Ingilîstanê lêgerînên gava duyemîn û sêyemîn dest pê kirin. Îro j ev lêgerîn hene. Tê gotin ku, şandeyek PDKê li Şamê ye, serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî jî li Ingilîstanê ye. Di dema têkiliyên dîplomatîk de, êrîşên li Hewlêr, Dihok û Zaxo û ambargoya li ser Wargehê Maxmurê dest pê kirin.
Paqt û peyman teva, sîyaseta inkar û tunekirina Kurdan bûn û nêzî 90 salî dewam kirin. Hêzên Kurd di peymanan de nebûn. Îro, xuya dike ku wê Kurd jî di “Paqta Sadabat” de cih bigirin. Vêce wê serbikevin nakevin ew tiştekî din e
Bûyerek dîrokî: Roja ku Emînê Perîxanê bi soza birayê xwe, ji Binyaxetê vegeriya û radestî hêzên tirk bû û hate kuştin; Emîn, ji birayê xwe re got: Bira ti xapandin, bi serê bavê min û te, ez taştê me ti firavîn î.”
Vêce; Eger PDKe wilo bidomîne, bi eniya mîr, em taştê bin, ewê firavîn be.
Gelo ‘Paqta Sadabat‘ dubare dibe?
Du lingên mezinbûn û bi hêzbûna kapîtalîzma cîhanê hene. Yek şer e, yek jî endustrî û teknolojî ye. Kapîtalîzm bazirganî ye û her diçe, rengê selefkarî, kujerî zêde dibe; ev jî exlak û ademiyetê dikuje. Rêden reş dibe.