Hêzên dijterorê yên PDKê li Herîrê pêşmergeyê YNK’ê Mecîd Îbrahîm 14’ê Çile kirin binçavan. Piştî 2 rojan xebara mirina Mecîd dan malbatê. Li gorî asayîşê Mecîd xwe bi xwe xeniqandiye, lê berpirsên YNK’ê dibêjin ku li ser bedena Mecîd şopên êşkenceyê hene û baweriya wan bi rapora tiba edlî ya Hewlêrê nayê.

Li gorî medyaya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) hêzên dijterorê yên ser bi PDK’ê Mecîd bi darê zorê ji malê derxistine.

Berpirsên YNK’ê rapora tiba edlî ya Hewlêrê red kirin û cenazeyê Mecîd ji bo lêkolînê birin Silêmaniyê. Piştî lêkolînan doh cenazeyê Mecîd li gundê Sisawa yê ser bi Hewlêrê hate veşartin.

Piştî ku Mecîd hate veşartin, cîgirê berpirsê malbenda 3 ya Hewlêrê yê YNK’ê Seîd Mesifî daxuyaniyek da û got; “Hêzên asayîşa PDK’ê bi alîkariya asayîşa Soran, di nîva şevê de Mecîd Îbrahîm di mala wî de binçavkirin. Piştî wî birin asayîşa giştî ya Hewlêrê. Piştî du rojan asayîşa Hewlêrê xebara xwekuştina pêşmerge Mecîd dide malbatê. Li gorî wan digotin, xwe xeniqandiye, lê ev cihê guman û pirsyarê ye.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN