2’ê Gulanê li bajarê Elmanyayê Asfeldê jineke ji Rojava bi destê mêrê xwe hat kuştin. Shadiya Ahmed (Şadiya Ehmed) a 36 salî ji ber ku berê mêrê wê lê xistibû, ji cem beriya bi 11 mehan veqetiya bû. Ew sala 2015’an ji gundê Masoq ê ser bi Dirbesiyê koçberî bajarê Elmanyayê Hamburgê bûbûn.

Piştî ku mêrê wê lêxist, ew beriya bi 11 mehan tevî sê zarokên xwe çû cem xwişka xwe ya li bajarê Alsfeldê. Xanga wê Feyrûz Ehmed dibêje, qetilkirina xwişka wê eşkere digot, va ez têm.

Xwişka Şadiya, Amara Jiyanda (Efîfa Mihemed Saleh Ehmed) li Girê Spî di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de şehîd bûbû. Hingê êrişkar Abdulezîz Îbrahîm (Semîr) hem ji bo serdanê, hem bi hinceta dîtina zaroka bi navbeynkariya maliyan, careke din bi Şadiya re li hev hatibû. Heta Adara 2020’an jî ew bi hev re li yek malê man, lê ji ber ku şidetê dewam kir, li ser giliyî Şadiyayê Semîr ji malê hat dûrxistin.

2’yê Gulanê bêyî ku xeberê bide, Semîr diçe Alsfeldê û dîsa li Şadiyayê dixe. Wê bi çakûç dikuje.

YILMAZ ROJ /ALSFELD